Daîreya Sotemeniyê ya Reqayê belavkirina mazotê didomîne

Daîreya Sotemeniyê ya kantona Reqayê belavkirina mazotê li şêniyan didomîne. Hemwextî wê xebatên guhartina kartên elektronîk ên berê jî didomin. Heta niha 26 hezar malbatan mazot wergirtiye.

Daîreya Sotemeniyê ya Reqayê belavkirina mazotê didomîne
Daîreya Sotemeniyê ya Reqayê belavkirina mazotê didomîne
Daîreya Sotemeniyê ya Reqayê belavkirina mazotê didomîne
Daîreya Sotemeniyê ya Reqayê belavkirina mazotê didomîne
Daîreya Sotemeniyê ya Reqayê belavkirina mazotê didomîne
Daîreya Sotemeniyê ya Reqayê belavkirina mazotê didomîne
Daîreya Sotemeniyê ya Reqayê belavkirina mazotê didomîne
20 tîrmeh, 2025   18:29
REQA

Daîreya Sotemeniyê ya kantona Reqayê di çarçoveya amadekariya pêşwext a ji bo zivistanê de, belavkirina mazotê li welatiyan didomîne.

Ji bo her kartekê 300 lître mazot hatiye veqetandin; her lîtreyek bi hezar lîre ye, lê daîre 50 lîre ji bo lêçûna gihandina mazotê ji malan re dibe.

Daîreyê li rojavayê kantonê dest bi balavkirinê kiriye û heta niha 16 hezar û 500 malbatan mazot wergirtiye.

Piştre mazot li başûrê kantonê hate belavkirin. Li wir ji bingeha 14 hezar û 195 malbatan, mazot li 10 hezar malbatan hate belavkirin. Ji bo malbatên mayî jî belavkirin didome.

Rêveberê daîreyê Ebduqadir El Hemûd diyar kir ku îro jî li bajarokên Xinêzat û Kalta yên bakurê kantonê dest bi belavkirinê hat kirin.

El Hemûd destnîşan kir ku belavkirina li hundirê bajarê Reqayê dê di destpêka meha Îlonê de dest pê bike.

Li gorî amarên sala borî, 175 malbat li bajarê Reqayê û gundewarê wî hebûn. Sal bi sal jî kartên kevin tên nûkirin.

El Hemûd diyar kir ku pêşî li kartên welatiyan tê nêrîn piştre welatî berê xwe dide stasyona herî nêzîk û para xwe ya mazotê werdigire.

Ji bo malbatên ku kartên xwe yên nû tune ne, dikarin serî li Nivîsgeha Serjimariyê bidin û bi xwe re belgeyên fermî wekî Deftera Malbatê û nasname yan jî belgeyên malbatî bibin.

(mh)

ANHA