Ji Siwêdayê bi dehan jin hatine revandin jê navên 70 jin hatiye naskirin

Bi dehan jin û jinên ciwan ji bajarê Siwêdayê winda ne û hatine revandin. Heta niha tenê navên 70 ji wan hatiye naskirin. Li gorî agahiyan, di nav wan de çalakvana sûriyeyî Rexed Samer Esed jî heye, ku erebeyên jin vediguhastin û di aloziya dawîn de hatine hedefgirtin winda bûye.

Ji Siwêdayê bi dehan jin hatine revandin jê navên 70 jin hatiye naskirin
20 tîrmeh, 2025   18:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Bajarê Siwêda û gundewarê wî, piştî şerê 13’ê Tîrmehê di navbera komên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û şervanên Durzî yên herêmî de dest pê kiriye, ewlehî têk çûye. 

Li gorî daxuyanî û bangewaziyên çalakvanên li Siwêdayê, bi dehan jin û jinên ciwan hatine revandin û winda ne.

REVANDIN Û WINDABÛNA JINAN

Li gorî çalakvanên mafên mirovan û çalakvanên ji Swêdayê, heta niha navên nêzîkî 70 jinên winda û revandî hatine tesbîtkirin ku wiha ne:

1-Rexda Samir Esed

2-Lona El Barûkî

3-Tac Munzir

4-Duha Ilim El Dîn

5-Macida Ehmed Neser

6-Menal Esed Neser

 

WINDHIYÊN JI NECIRAN

 

7-Meysa Nesir

8-Nahida Hemed Nesir

9-Şeza Dilîqan

10-Riwa El Etireş

11-Ula Şeref El Dîn

12-Mamosteya bi navê Basima El Ewam

13-Semira Zîb

14-Rîm Brîk

15-Meyasî Qitênî

16-Rîma Qitênî

17-Nadiya Seqir

18-Hela

19-Xalîda Hemed

20-Diya Cemal Mihmûda El Milhim

21-Wefai Darib Nesir

22-Zaroka bi navê Bana

23-Xuna Temîm Darib Nesir

24-Rena El Helebî

25-Diwa Xerez El Dîn

26-Zaroka bi navê Sîrîn El Xetîb

27-Zaroka bi navê Tala El Xetîb

28-aroka bi navê Şemis Sair Selama

29-Şerîfa El Salih

30-Hala Selah El Dîn

31-Rewan Silêman

32-Sîham Safî Nesir

33-Hala Selah El Dîn

34-Ihsan Hemed Nesir

35-Rîma Esed Boşbilî Nesir û zarokên xwe

36-Heyat Boşbilî Nesir

37-Macid Rafia û zarokên xwe

38-Macid Nesir

39-Menal Nesir

40-Nezîha Hemed

41-Selwa Etirşan

42-Um Nesir

43-Saliha bû Asî û zaroka wan Leyla li gundê Necran winda bû

44-Ilham Bu Asî û du bûkên wê

45-Hedîl Salih Ebdulhey li gundê Necran winda bû

46-Xelûd Hayil El Hisên bi 6 zarokên xwe li gundê Necran winda bûn

47-Nadiya Seqir li gundê Neciran winda bû

48-Macida Rîdan û zarokên xwe

49-Şehd El Xetîb

50-Sîrîn El Xetîb

51-Tala El Xetîb

52-Lîmar El Xetîb

53-Rîm Brîk

54-Nicûd El Şatir

55-Um Necdet

56-Ruba Radî Şinan

57-Wîam Nîzar Selah El Dîn

58-Newal Hisên Rafia

59-Macida Nsîb Aqil Ridwan

60-Hiyam Ebû Xêr

61-Rûba Xalid Şlxîn

62-Mecid Zehir El Dîn

63-Renîm Ebû Mexideb

WINDAHIYÊN GUNDÊ EL MECDEL

64-Rena El Helebî

65-Refah Hindî

66-Imtsal El Aqil

67-Xilûd El Aqil

Çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz gelek dîmen weşandin. Di wan dîmenan de, gelek jinên revandî xuya bûn. Di nav wan de ji gundê Siwêdayî hene. Jin di dîmenan de behsa revandin û şantaja ku li dijî jinan li Siwêdayî hatine kirin, dikin.

Her çend hejmara windabûnan bi awayekî metirsîdar zêde dibe jî, ji bo jinên winda lêgerîn û lêpirsîn berdewam dikin. Agahî hene ku darvekirinên meydanî û êrişên cuda berdewam in, gelek mêrên dîlgirtî hatine serjêkirin û şênî tên tirsandin.

Dorpêça ewlehiyê bûye sedema têkçûna tevahî xizmetguzariyên bingehîn ên wekî elektrîk, av û ragihandinê, ev yek jî rewşa jiyanî ya şêniyan du qat zehmet dike.

Hîna aloziya ewlehiyê li parêzgehê berdewam e, çalakvanên hiqûqî û saziyên mirovî banga dîtina çareseriyên qanûnî, serbestberdana revandiyan, rawestandina êrişan û parastina sivîlan dikin.

Ji dema hilweşîna rejîma Baasê ve 8’ê Kanûna 2024’an d, bi sedan jin li Lazkiye, Hums, Hema û Tertûsê hatine revandin.

Ne lêpirsîn ne jî raporên fermî ne jî hesab ji sûcdaran hatiye pirsîn. Her wiha li van herêman kuştin û koçberkirina bi hezaran kesan çêbûye.

(ac-şx)

ANHA