100 Zarok di Pêşbirka 5'emîn a Nivîskarê/a Pêşerojê de beşdar bûne

Di 5'emîn Pêşbirka Nivîskarê/a Pêşerojê de 100 zarok beşdar bûne. Ev pêşbirka ku ji aliyê Desteya Çandê ve tê lidarxistin, ji 3 qonaxan pêk tê û bi armanca pêşxistina zarokan di aliyê xwendin û afirîneriyê de û vedîtina behreyên wan e.

100 Zarok di Pêşbirka 5'emîn a Nivîskarê/a Pêşerojê de beşdar bûne
100 Zarok di Pêşbirka 5'emîn a Nivîskarê/a Pêşerojê de beşdar bûne
100 Zarok di Pêşbirka 5'emîn a Nivîskarê/a Pêşerojê de beşdar bûne
100 Zarok di Pêşbirka 5'emîn a Nivîskarê/a Pêşerojê de beşdar bûne
100 Zarok di Pêşbirka 5'emîn a Nivîskarê/a Pêşerojê de beşdar bûne
100 Zarok di Pêşbirka 5'emîn a Nivîskarê/a Pêşerojê de beşdar bûne
100 Zarok di Pêşbirka 5'emîn a Nivîskarê/a Pêşerojê de beşdar bûne
100 Zarok di Pêşbirka 5'emîn a Nivîskarê/a Pêşerojê de beşdar bûne
20 tîrmeh, 2025   18:28
 QAMIŞLO

Qonaxa yekemîn a 5'emîn Pêşbirka Nivîskarê/a Pêşerojê ya ku ji aliyê Desteya Çandê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê lidarxistin, li hola Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dest pê kir. Pêşbirk bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî ye.

Di pêşbirkê de 100 zarok beşdar bûne, ji wan 68 beşdar bi zimanê Kurdî û 32 bi zimanê Erebî ne. Çaverê ye ku ji bo zarokên ku bi zimanê Suryanî beşdar bûne sibe testek were çêkirin.

Di qonaxa yekemîn de komîteyê çîrokek li zarokan belav kir, ji zarokan hat xwestin ku naveroka çîrokê bidin û weke ku fêm kirine behsa wê bikin. Di vê qonaxê de divê girîngiyê bidin reng û wêneyên di çîrokê de. 

Di qonaxa 2'yemîn de her zarokek çîrokekê hildibijêre û wê kurt dike. Piştre ew kurtenivîsa zarokan ji aliyê komîteya pispor ve tê nirxandin.

Di qonaxa 3'yemîn de hemû zarok li cihekî kom dibin û çîrokan ji xeyalên xwe dihûnînin û li pêşiya komîteyê dixwînin.

Endamê Komîteya Amadekar Alan Ebdullah ji ajansa me re diyar kir ku wan girîngî daye xurtkirina şiyanên nivîsandin û xwendinê yên li ba zarokan û amadekirina wan ji bo ku di pêşerojê de bibin nivîskar.

Ebdullah destnîşan kir ku rêjeyeke baş a zarokan tevlî pêşbirka îsal bûye. Zarokan coşa xwe ya bi vê pêşbirkê nîşan da ku ji bo dîtina behreyên wêjeyî û pêşxistina wan, ji bo pêşxistina çandê û çandina hezkirina pirtûkan di nava zarokan de, dikeke bingehîn e.

(mh-şx)

ANHA