Dagirkeran qadên sivîlan topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran malên sivîlan ên gundewarên Minbicê topbaran kirin.

Dagirkeran qadên sivîlan topbaran kirin
13 cotmeh, 2024   12:45
NAVENAD NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê malên sivîlan ên li gundê El Mohsenlî yê dikeve bakurê rojavayê kantona Minbicê kirin hedef.

Di daxuyaniyê de hate gotin, gund bi 4 fûzeyên gudimlî hate hedefkirin.  Di encamê de ziyan gihişt mal û milkên sivîlan. 

(bb)

ANHA