Bi hezaran kes ber bi ‘Mitînga Azadiyê’ ve diherikin

Bi hezaran kesên ku dixwestin biçin tevlê “Mitînga Azadiyê” ya li Amedê, bibim li gelek bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyê hatin astengkirin. Li qadên kombûnê çalakiyen   astengkirin tên protestokirin.

Bi hezaran kes ber bi ‘Mitînga Azadiyê’ ve diherikin
13 cotmeh, 2024   12:55
 NAVENDA NÛÇEYAN

Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, li Amedê “Mitînga Azadiyê” bê lidarxistin. Welatiyên dixwazin ji bajarên cuda bên Amedê û tev li mitîngê bibin, li gelek bajaran ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. 

DÊRSIM

Welatiyên dixwestin li Dêrsimê ber bi Amedê ve bên, li Truşmekê ji hêla polîsan ve hatin rawestandin. Welatiyan li dijî astengkirinê bi kornoyên wesayîtên xwe xistin û polîs protesto kirin.

ŞIRNEX

 Li navenda Şirnexê û navçeyên wê Elkê, Qileban, Hezex, Basa, Silopiya û Cizîrê jî bi sedan kes ji bo beşdariya mitîngê ketin rê. Welatiyên ku cil û bergên kurdî li xwe kirin, li pêşiya avahiyên partiyê hatin gel hev. Welatî bi çepik, tililî û dirûşman bi rê ketin.

 RIHA

Li navçeya Karakopru ya Rihayê jî bi sedan welatî hatin gel hev û xwestin ber bi Amedê ve bikevin rê. Lê belê partiyî ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Welatiyan jî ev rewş protesto kirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar û welatî li bendê ne.

WAN

Li Wanê jî bi sedan kes li Parqa Îpekê ya li navçeya Rêya Armûşê hatin gel hev. Girseya ku parlamenter û hevşaredar jî di nav de bûn, li parkê li ber stranan govend gerandin. Cil û bergên kurdî yên jinan balê dikişînin û gelek caran dirûşmên “Bîjî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” tên berzkirin. Coşa li parqê her ku diçe zêdetir dibe.

 AMED

 Welatiyên dixwestin ji navçeya Pîranê ya Amedê ber bi navendê ve bên jî ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan, avahiya DEM Partiyê dorpêç kirin. Destûr nehate dayin wesayîtên li vir bi rê kevin. Welatî jî bi wesayîtên xwe yên taybet ketin rê. Lê belê di derketina navçeyê de careke din hatin sekinandin. Welatiyên dixwazin tev li mitîngê hêj li wir disekinin.

 Di heman demê de welatiyên ku bi dolmîşê di saetên serê sibehê de gihiştin Amedê, li Qada Şêx Seîd a Amedê sekinîn. Pişt re polîsan derdora welatiyan girtin û dest danîn ser nasnameyên welatiyên ku ji bo mitîngê hatine, li dolmîşê siwarkirin û ligel maşîneyên zirxî ji bajêr derxistin. Polîsan piştî ku welatî heta sêgeşoya rêya Amed, Mêrdîn û Bismilê birin, nasnameyên wan radestî wan kirin û li wir berdan. Welatî li petroleke sêgoşeya rêyê disekinin.

 ‘EM Ê LI BER XWE BIDIN’

 Yek ji dayikên ku ji bo mitîngê hatibû û rastî vê mûameleya polîsan hat Makbûle Aşan bertek nîşanî vê pêkanîna polîsan da û wiha got: “Em hatibûn berxwedanê dijminî rê nedame. Hezar caran bêlome ji bo tişta bi serê me anîn. Tu tank û top bi me re nebûn. Heta ku em sax bin em ê li pey doza xwe bin. Îro evqas mirov ji Edenê, Mêrsînê ji her derê kom bûne û hatine. Xwedê vê yekê qebûl dike? Bi xwedê em ê serîhildin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li ber xwe bidin. Em ji bo aştiyê hatine, xwedê vê qebûl nake. Heta ku em hebin em ê li ber xwe bidin. Dê tirsa me di dilê wan de be. Bijî Kurdistan.”

 DÎLOK

Gelek kesên dixwestin ji Dîlokê bên Amedê jî hatin sekinandin. Welatiyên hatin pêşiya avahiya DEM Partiyê, daxuyanî dan. Hevserokê Bajar Mehmet Satan anî ziman ku heta ku demokrasî, maf û hiqûq tê welêt, heta ku zindan tên valakirin û azadî û aştî pêk tê dê têkoşîna xwe bidomînin. Satan, got: “Dilê me li Amedê ye.”

 ÇEWLIG

 DEM Partiyiyên ji Çewligê bi rê ketin jî li Kurudereyê hatin sekinandin. Koma ku Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Hulaku jî di nav de bû, bertek nîşan dan û çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Berxwedana welatiyan didome.

 ÊLIH

 Polîsan di derketina bajêr de pêşiya welatiyên ku ji Êlihê ber bi Amedê ve bi rê ketin girtin. Polîsên ku qedexeya Walîtiya Amedê weke hincet nîşan dan gotin ku destûrê nadin ku welatî ji bajêr derkevin. Li ser vê yekê welatiyan xwest biryara qedexeyê nîşanî wan bê dayîn. Lê polîsan biryareke nivîskî nîşan nedan. Welatiyên ku bertek nîşanî astengkirina polîsan dan cade girtin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Welatiyên ku dest bi çalakiya rûniştinê kirin sirûda “Herne Pêş” gotin û dirûşmên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” , “Zext nikarin me têk bibin” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk ê li vir axivî, diyar kir ku destûra welatiyên ku dixwazin mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin û li dijî tecrîdê derkevin nayê dayîn û wiha got: “Li vir bêhiqûqiyek heye. Biryara ku Walitiya Amedê wergirtiye ji bo Êlihê ne derbasdar e. Mafê me yê gerê tê astengkirin. Ji bo ku bêhiqûqî heye polîs nikarin li vir biryarê nîşan bidin.”

 Çalakiya rûniştinê ya welatiyan bi çepik, dirûşm û tilîliyan berdewam dike.

 SÊRT

 Welatiyên ji Sêrtê derketin di rê de hatin sekinandin. Welatiyên ku bi coşeke mezin bi rê ketin di derketina bajêr de ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Welatiyên ku bertek nîşanî rewşê dan dest bi gerandina govenda “azadiyê” kirin. Sêrtiyan li ber stranên ku gotin re govend gerandin û bendemayîna xwe didomînin.

MÊRDÎN

 Girseya ku ji Şirnexê bi rê ketibû gihişt Mêrdînê. Girseya ku bi welatiyên li vir disekinîn re hate gel hev, ber bi Amedê ve kete rê. Girseyê heta demekê govend gerand û gelek caran dirûşmên “Na ji tecrîdê re, ji Ocalan re azadî”, “Berxwedan jiyan e” û “Her der Amed her der berxwedan” berz kir.

 BEDLÎS

 Wesayîtên ji Bedlisê ber bi Amedê bi rê ketin jî li devera Ariciyê hatin astengkirin. Welatiyên ji ber astengkirina polîsan paya bûn, bi govend û çepikan bertek nîşan dan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlisê Huseyîn Olan li vir daxuyaniyeke kin da û got ku bi roja ye ji bo aştiyê derî bi derî xebatan dimeşînin. Olan, wiha domand: “Mitîng, bi mebesta bidawîkirina tecrîda li ser birêz Ocalan û azadiyê bû lê hate astengkirin. Divê bê zanîn ku têkoşîna me ya li dijî tecrîdê dê bi vê re bisînor nemîne. Çi ji destê me bê em ê bikin.”

 Piştî daxuyaniyê jî çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

ERZIROM

 DEM Partiyî bi 40 wesayîtan ji Erziromê ber bi Amedê ve ketin rê û di ketina Mûşê de hatin sekinandin. Hevserokê DEM Partiyê yê Erziromê Bariş Kemaloglû, diyar kir ku dê li dijî qedexe û zextan serî netewînin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Zext nikarin pêşî li me bigirin” û “Bijî Serok Apo” berz kir. 