Rojnamevanan hevreyên xwe yên şehîd bi bîr anîn

Şehîdên ragihandina azad Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed, Rizgar Denîz, Seed Ehmed, Mihemed Reşo, Wîdad Ardimcî û Dilovan Gever hatin bibîranîn. Di bîranînê de soza pêkanîna xeyalên şehîdan hate dayîn.

13 cotmeh, 2024   12:31
QAMISLO

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ji bo bîranîna rojnamevan Seed Ehmed, Mihemed Reşo, Wîdad Ardimcî (Welat) û Dilovan Gever ên ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî (2019) şehîd bûn, her wiha nûçegihanên ajansa me Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed û Rizgar Deniz yên ku di encama êrişa DAIŞ`ê  ya li ser rêya Hesekê-Dêrazorê de (2017) şehîd bûn merasîmek orgenîze kir.

Merasîm li Pekrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişlo bi amadebûna  malbatên şehîdan, rojnamevan û xebatkarên saziyên ragihandinê hat lidarxistin. Di merasîmê de wêneyên rojnamevanên şehîd hatibûn rakirin û li ser gora şehîdan gul hatin danîn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Dilyar Cizîrî daxuyanî xwend.

`XWE KIRIN MILÎTANÊN PÊŞENG ÊN RAGIHANDINA AZAD`

Dilyar Cizîrî diyar kir ku hevalên wan ê rojnamevan ji bo belgekirina binpêkirin û bêhiqûqiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û DAIŞ`ê yênli dijî sivîlan  bê dudilî û bi cesareteke pir mezin berê xwe dan qadên şer û bûn milîtanên pêşeng ên ragihandina azad.

Dilyar Cizîrî got: “Ji bo kêliyên şervanên qehremaniyê belge bikin, dudilî jiyan nekirin û kamere û pênûsa xwe wekî çeka herî bi bandor bikar anîn. Bi canê xwe mertalek bi hêz a ragihandin azad ava kir û li ser xeta Xelîl Dax û Gurbetelli Ersoz zemîna ragihandina azad stûrtir kirin.”

`JI BO XEBATÊ RÊ JI HEVALÊN XWE RE VEKIRIN`

Dilyar Cizîrî destnîşan kir ku rojnamevanan heta şehadetê tekoşîna ragihandina dengê civakê domandin û got: "Hemû astengî derbas kirin û ji bo xebatkarên ragihandina azad rê vekir."

Dilyar Cizîrî îşaret pê kir kombûna wan a li vir berhema keda şehîdan e û wiha domand: "Dijmin ji rojnamevanên rastiya hovîtiya wan teşhîr dikin, ditirse, lew ra bi balafir û tevahî cûriyên çekên pêşketî êrişî wan dike. Lê  bila baş bizane, dema rojnamevenek şehîd dibe, bi dehan şopdarên wan çêdibin. Em soz didin em ê xewnên hevalên xwe yên pêkanîna azadî û demokrasiyê bi cih bînin."

PEYAMA MALBATÊN ŞEHÎDAN

Di merasîmê de bavê Şehîd Seed Ehmed, Mihemed Ehmed jî şehîdên çapemeniya azad bi bîr anîn û  got, van şehîdan di oxira derxistina rastî û hovîtiya dagirkeran de canê xwe feda kirin. Mihemed Ehmed got: “Dijmin ji pênûs û kamereya rojnamevanên me ditirse.”

Bavê Şehîd Hogir Mihemed, Feysel Mihemed jî got, şehîd Hogir kesayetek bi exlqa bû û ji bo gelê xwe şehîd bû.

Piştre serdana gora şehîd Mihemed Reşo, Hogir Mihemed û Seyid Evren hate kirin.

(ekîp/bb)

ANHA