Dadgeha Gelan dê biryara xwe 26’ê Adarê aşkera bike

Dadgeha Gelan a Daîmî ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rojava dinirxîne, dê biryara xwe ya dawîn di 26’ê Adarê de li Parlamentoya Ewropayê aşkera bike.

Dadgeha Gelan dê biryara xwe 26’ê Adarê aşkera bike
7 adar, 2025   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Gelan a Daîmî (Permanent Peoples’ Tribunal) di 6 û 7’ê Sibata 2025’an de li Brukselê li hev civiyabû.

Dadgehê di rûniştina 54’emîn de sûcên şer û binpêkirina mafên mirovan ên ji sala 2018’an heta niha li Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine kirin, nirxandin.

Dadgeh, li ser daxwaza 9 saziyên li Rojava hatibû lidarxistin. Dadgehê bersûc agahdar kirin, lê bersûcan bersiv neda yan jî tev li rûniştinê nebûn. Di rûniştinên dozê de, berpirsyariyên rayedarên payebilind ên dewleta Tirk bû mijara darizandinê.

Dadgeha Gelan a Daîmî dê di 26’ê Adarê saet di 14.00’an de li Parlamentouya Ewropayê ya li Brukselê biryara xwe ya dawîn aşkera bike.

Dadgehê di daxuyaniya xwe ya destpêkê de ev tesbît kiribûn: “Êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Sûriyeyê bêyî destûra Neteweyên Yekbûyî sûcekî navneteweyî ye. Êrişên li hemberî sivîlan, koçberkirina bi darê zorê, hedefgirtina binesaziyan, zirara li hawirdorê, hedefgirtina qadên perwerdeyê, îşkence, destdirêjî, binçavkirin û tunekirina mîrateya çandî, hemû sûcên li dijî mirovahiyê ne. Ev kiryar nîşana sûcên şer û qirkirinê ne ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine kirin.”