DYA’yê alîkariya îstîxbaratî bi Ukraynayê re rawestand

Rêveberiya Donald Trump alîkariya îstîxbaratî jî bi Ukraynayê ra da rawestandin.

DYA’yê alîkariya îstîxbaratî bi Ukraynayê re rawestand
7 adar, 2025   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya The Guardianê, DYA’yê îstîxbarata ku dida Ukraynayê ’bi temamî sekinand’. Ev rewş bandoreke yekser li artêşa Ukraynayê û saziyên ewlekariyê dike. Bi vê wê Ukrayna êdî nekaribe dîmenên peykê yên amerîkî bi kar bîne.

Li gel peykên çavdêriyê yên ser bi Pentagonê ve, Maxar Technologies jî têkiliya bi Ukraynayê re birî ku dîmenên peykên bazirganiyê parve dike. Pispor dibêjin xizmetên Starlinkê jî wê bi heman rengî tevbigere.

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Qesra Spî Mike Waltz diyar kir ku hem alîkariya leşkerî hem jî piştgiriya îstîxbaratî piştî pêşketina hevdîtinên aştiyê dikare ji nû ve destpê bikin. Lê belê di vê demê de dibe ku Ukrayna li hemberî êrişên Rus ‘kor û kerr’ bimîne.

Dema ku îstîxbarata amerîkî nebe Ukrayna wê nikaribe êrişên fuzeyan an jî bombardûmana Rusyayê berê tespît bike. Ji xwe bi vê qutkirinê re tê gotin, Rusyayê êrişeke mezin a hewayî kir û êriş bir ser binesaziya enerjiyê ya Ukraynayê. Li Harkivê di êrişê de çar kes birîndar bûn.

Îngilistan û Fransayê ragihandin ku wê îstîxbarata ji bo Ukraynayê dewam bikin. Rayedarên Îngiliz anîn ziman ku wê daneyên xav ên xwe dispêrin îstîxbarata amerîkî parve nekin, lê belê sîstema hişyariya zû ya li hemberî êrîşên Rus karibin pêşkêş bikin. Wezîrê Parastinê yê Fransayê Sebatien Lecornu jî diyar kir ku Paris wê piştgiriya ‘îstîxbarata serbixwe’ dewam bike.

Li gorî pisporan qutbûna îstixbarata amerîkî ji bo Ukraynayê windahiyeke mezin e. Ukrayna di çavdêrîkirina li liv û tevgera leşkerî ya li ser sînorê Rusyayê û tespîtkirina êrişan beriya bê kirin, zor û zehmetiyên mezin dikişîne.