Ji jinên siwêdayî peyama 8’ê Adarê

Jinên ji Siwêdayê 8’ê Adarê li tevahî jinên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn pîroz kir û got divê rola jinan di avakirina Sûriyeya siberojê de hebe û mafên wan werin mîsogerkirin.

Ji jinên siwêdayî peyama 8’ê Adarê
7 adar, 2025   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên ji bajarê Siwêdayê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamên xwe bi me re parve kirin.

Parêzer Lîna Hemed Bû Hemdan 8’ê Adarê li tevahiya jinên sûriyeyî û cîhanê pîroz kir. Lînayê diyar kir ku 8’ê Adarê beşeke mafan daye jinan.

Lîna Bû Hemdan got: "Di civakên me de jinan mafên xwe nestandine. Mafên wan hem di mîrasê de û hem jî di şahidiya li pêşberî dadgehan de hatiye çewisandin. Şahidiya 2 jinan li beramberî ya mêrekî destnîşan kirine. Zêdetirî vê jî bi navê şerefê jin tên qetilkirin." Parêzer Lîna Hemed Bû Hemdan banga parastina mafên jinên sûriyeyî di destûra nû ya Sûriyeyê de, mîsogeriya edalet û wekheviyê di navbera herdu zayendan de kir. Her wiha xwest ku jin rola xwe bi awayekî çalakî di qadên siyasî, aborî, civakî û çandî de bilîzin. Lîna îşaret pê kir jinan ji ber şerê ji 2011’an ve gelek êş û zehmetî dîtin.”

Firyal Erîc jî 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha li gotinên xwe zêde kir: "Cihê serfiraziyê ye ku em beşdarî tevgera gel a Siwêdayê bibin. Jinan di şoreşê de xwedî roleke mezin bûn ku banga azadî, wekhevî û mîsogerkirina mafên xwe dikin.”

Firyal Erîc destnîşan kir ku dê tevgera aştiyane û daxwazên mafên xwe yên avakirina welatekî azadî ya bêyî destwerdanên derve berdewam bikin.

Emel Ezam hêvî kir ku ev 8’ê Adarê bibe wesîleyek ku rola jinan di civakê de were parastin û mafên wan di destûra Sûriyeyê de werin mîsogerkirin.

(bb)

ANHA