Dadgeha Amerîkatê 21 roj dem da Mesrûr Barzanî

Piştî ku Rêxistina Sindoqa Qurbaniyên Kurdistanê li dijî neviyên Barzanî doz vekir, Dadgeha Federal a Amerîkayê daxwaz ji Mesrûr Barzanî kir ku bersiva van tohmetan bide.

Dadgeha Amerîkatê 21 roj dem da Mesrûr Barzanî
Dadgeha Amerîkatê 21 roj dem da Mesrûr Barzanî
22 sibat 2024   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 30’ê Çileya îsal de Rêxistina Sindoqa Qurbaniyên Kurdistanê li Dadgeha Federal a Amerîkayê giliyek li dijî Mesrûr Barzanî û neviyên Barzanî li ser 25 tohmetên ‘kuştin, sextekarî, şahîdiya direwîn, revandin, komkujî, binpêkirina mafên mirovan, êşkencekirina welatiyekî Amerîkî, ne li gorî yasayê derxistina welatiyan ji mal û milkên wan, bazirganiya madeyên hişbir, bazirganiya li gel kesayet, kom û rêxistinan ku li gor Amerîkayê di lîsteya terorê de ne' vekir. Dadgeha Federal a Amerîkayê jî daxwaza bersivdayînê ji Mesrûr Barzanî kir.

Dadgeha Federal a Amerîkayê di 15’ê Sibatê de biryarek pêşkêşî Mesrr Barzanî kir û 21 roj dem da wî ku bersiva tohmetên li ser wan bide. Di dawiya biryarê de hatiye diyarkirin ku ger di dawiya dema diyarkirî de bersivek neyê dayîn dê rêbazên pêwîst bên girtin.

Li gorî dema diyarkirî, divê Mesrûr Barzanî di nava 12 rojan de bersiva Dadgeha Federal a Amerîkayê bide.