Li Dêrazorê DAIŞˊiyek hat girtin

QSDˊê li gundewarê Dêrazorê çeteyekî şaneyên DAIŞˊê girt û got ew ê serdegirtina çeteyan dewam bikin.

Li Dêrazorê DAIŞˊiyek hat girtin
22 sibat, 2024   20:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li Dêrazorê çeteyekî şaneyên DAIŞˊê girt.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hêzên me QSDˊê di van demên dawîn de li dijî nuqte û endamên rêxistina DAIŞˊê ya terorîst operasyonên ewlehiyê zêde kirin û di encamê de bi dehan endamên şaneyên veşartî girtin.

Di 21ˊê Sibatê de YATˊê ya girêdayî hêzên me bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li gundê Elbo Nîtêl ê kantona Dêrazorê operasyoneke ewlehiyê pêk anî û di encamê de çeteyekî rêxistina DAIŞˊê ya terorîst girt.

Operasyon bi piştgirî û çavdêriya ji hêla hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve pêk hat. Her wiha hêzên me bi ser cihî terorîstê bi navê Hisên Newaf El Hisên de girt û ew girt.

Hisên Newaf El Hisên kiryarên terorîst ku ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibe, saziyên sivîl û leşkerî hedef bigire terorîstî dikir.

Hêzên me bi wî terorîstî re ev tişt desteserkirin:

4 telefon

Çekek klaşînkovê.

8 carcorên klaşînkovê.

Bombeyeke destan.

Miqdareke mezin ji mermiyên klaşînkovê.

Kamereyek

Gelek belgeyên takakesî.

Hêzên me diyar kir ku ew ê serdegirtina endamên rêxistina terorîst heta têkbirina wan dewam bikin."

(fr)