Çîroka Îmanê ya li Sûriyeyê: Di şer de serî netewand

Li her welatekî, li her bajarekî çîrokek heye, li her kolanekê jî bîranînek heye. Lê di rastiyê de her tiştê wan hevpar e. Azadiya wan, parastina wan û şerê wan ê li Sûriyeyê jî hevpar e. Çîroka Îmanê jî, çîroka hemû jinan jî hevpar e. Azadiya wan jî hevpar e. Îman jineke Ereb e ku di dawiya şer de radest nebû û di eniya şer de dîrok nivîsand.

Çîroka Îmanê ya li Sûriyeyê: Di şer de serî netewand
Çîroka Îmanê ya li Sûriyeyê: Di şer de serî netewand
Çîroka Îmanê ya li Sûriyeyê: Di şer de serî netewand
Çîroka Îmanê ya li Sûriyeyê: Di şer de serî netewand
Çîroka Îmanê ya li Sûriyeyê: Di şer de serî netewand
Çîroka Îmanê ya li Sûriyeyê: Di şer de serî netewand
Çîroka Îmanê ya li Sûriyeyê: Di şer de serî netewand
18 hezîran, 2026   06:30
NAVENDA NÛÇEYAN
HÊLÎN ASMÎN

Di dîroka Sûriyeyê de gelek jinên hatin girtin, di zindanan de man. Jinên şervan jî hebûn. Li rêya wan, şerê wan û armanca wan yek bû. Di eniyên şer de jî sînga xwe, li Şengalê jî, ji bo armancên azadiyê li eniyên şer bûn. Keziyên wan di cîhanê de wek nasnameya wan hatin binavkirin. Li pêşiya tank û debabeyan sekinîn. Lê dîsa şerê wan her li Sûriyeyê dewam kir. Di 14 salên şoreşa Rojava de navên Arîn, Zehra, Leyla, Rûken, Silav,  Barîn û bi dehan kesên din hatin bihîstîn. Lê jinan di nav refên YPJ’de şer kir. Şerê hemû komên tundraw kirin. Jinan li her kolanekê û li her bajarekî Sûriyeyê şer kir. Çîrokên şer ên li Sûriyeyê, bû mijara fîlm, muzîk û gelek romanan. Navên wan di rûpelên dîrokê de hatin nivîsandin.

JI NAV HEZAR ÇÎROKAN ÇÎROKEK

Ev 14 sal e li her bihosteke axa Rojava û Sûriyeyê cihê ku lê şer çênebûye nîn e. Şerê ku dîrok, civak û nasnameya jinan jî vedibêje. Ev çîrok di şerê Heleb, Kobanê, Minbic û di bexwedana Efrînê de teze ne. Gelek jinên ku di eniyan de şer kir û mohra xwe li dîrokê xist, hene. Êdî Rojava çîrokeke sedsalê ya lehengiyê ye. Tenê çîroka me têkoşeriya jinên Kurd jî nîn e. Li Rojava jin heye di eniyên de li ber xwe daye, jin heye ku di şerê Şêxmeqsûd û Helebê de serê xwe netewandiye. Li dijî dagirkeriyê û zîhniyeta kastîk navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandiye.

BAJAREKÎ BIÇÛK Û JINEKE SERHILDÊR

Çilaxa bajarokeke Rojavayê Kurdistanê ye. Kurd û Ereb bi hev re tê de dijîn. Ev bajar navenda rêveberiya navçeya Çilaxa ye û gelek gund û niştecihên derdorê jî bi wê ve girêdayî ne. Ji ber cihê xwe yê sînorî li nêzî sînorê Iraqê û Tirkiyeyê, Çilaxa di warê bazirganiyê û veguhastinê de girîngiyeke xwe ya taybet heye. Aboriya herêmê li ser çandiniyê, heywandariyê û bazirganiyê ye. Gelê herêmê bi taybetî genim, ceh û berhemên din ên çandiniyê çêdike, her wiha sewalvanî jî yek ji çavkaniyên sereke yên dahatê ye. Çilaxa di nav gelê Kurd de bi navê xwe yê kurdî tê nasîn û ji ber cihê xwe yê stratejîk di navbera Dêrik, Rimêlan û Qamişloyê de wek girêdana navbera van navendan tê dîtin. Her wiha bajar bi cihê xwe yê nêzî deriyê sînor ê Semalkayê jî tê zanîn ku yek ji dergehên girîng ên bazirganî û veguhastinê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ye.

Li Çilaxayê, di nava malbateke Ereb de, keçikek bi navê Îman çavên xwe li jiyanê vekir. Îman di sala 2007’an de ji dayik dibe. Ew ji pêkhateya Ereb bû û di nav eşîra Cewala de mezin bû. Zaroktiya xwe di nav civakeke ku kevneşopî û adetên xwe yên kûr hebûn, derbas kir. Lê di nav van şertan de jî, Îmanê her tim bi çavekî vekirî li jiyanê dinihêrî û li ser cih û rola jinan di civakê de difikirî. Her ku sal derbas dibûn, ew zêdetir tê digihîşt ku jin dikarin ne tenê beşek ji jiyanê bin, lê her wiha dikarin bibin hêzeke ku jiyanê û dîrokê biguherînin. Di nav civaka xwe de gelek jin dîtin ku hîn jî di bin sînorên kevneşopiyan de dijîn û ji gelek mafên xwe bêpar dimînin. Vê rastiyê di dil û hişê wê de pirs û fikr çêkirin. Ji wê rojê û pê ve baweriya wê ew bû ku jin divê dengê xwe bilind bikin, nasnameya xwe biparêzin û ji bo azadiya xwe tê bikoşin. Li Rojava di sala 2024’an de tev li nav refên YPJ’ê dibe.

RÊYA KU DI ŞER DE ÇARENÛS GUHERAND

Îmanê bi vê hişmendî û baweriyê rêya xwe hilbijart. Wer bawer dike ku azadî bi xwe nayê, bi têkoşînê tê bidestxistin. Ji ber vê yekê, tev li refên YPJ’ê dibe û navê xwe dike Rûken. Ji wê demê vê dibe Rûkena ber dilê hevalên xwe û li wir derfet dît ku xwe ji nêz ve nas bike. Di nav jiyana nû ya şoreşgerî de, ne tenê perwerdeya leşkerî girt, lê her wiha bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” perwerde dibe. Ev felsefe bû ronahiya ku rêya wê ronî kir û ew gihand asta ku xwe û civaka xwe bi çavekî nû bibîne. Di nav refên YPJ’ê de, Rûkenê hêza xwe ya hundirîn derxist holê. Ew di her qada kar û têkoşînê de bi dilsoziyê cih girt, berpirsiyariyan li ser milên xwe girt û bû mînakeke jinan ku bi îrade û bawerî dikare hemû astengan derbas bike. Ji bo wê, têkoşîn tenê berpirsiyariyeke leşkerî nebû; ew rêya parastina rûmeta jinan, azadiya gelan û avakirina jiyaneke birûmet bû.

HEVRÊYA DENÎZ Û ROJBÎN EREB BÛ

Bi vê ruhê berxwedan û fedakariyê hevrêtiya Denîz û Rojbîn Ereb Rûken rêya xwe domand. Di 20’ê Çileya 2026’an de dema ku li hember komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk û hikumeta demkî li bajarokê Sirînê, şer dikir heta kêliya dawiyê li ber xwe dide û dema ku çete bang dikin û dibêjin teslîm bibe li ber xwe dide û di dawiyê yde çalakiya fedayî dike û şehîd dikeve, tev li karwanên nemiran dibe.

Rûken bêrê şerê dawîn ji hevalên xwe re dibêje çawa ku Bêrîtan teslîm nebû ez jî teslîm nabim, ez ê xeta Bêrîtanê ji xwe re esas bigirim. Li ser vê xetê diçe şer û heta kêliya dawîn li ber xwe dide û dema komên çeteyên cîhadîst bang dikin dibêjin çeka xwe deyne û teslîm bibe, ew jî dibêje hûn teslîm bibin. Bi vî ruhî heta fîşeka xwe ya dawîn li ber xwe dide. Dawiyê jî bombeyê bi xwe de diteqîne û digihêje asta şehadetê. Dibe sembola berxwedana jinên Ereb mîna Rojbîn Ereb, Fatma û bi hezaran jinên ku tev li tevgera jinên Ereb bûn û bûnê xeta azadiya jinan.

ÎRO NAVÊ ‘RÛKEN ÇILAXA’ DI BÎRA GELÊ XWE DE DIJÎ

Îro navê Rûken Çilaxa di bîra hevalên wê, gelê wê û hemû kesan de ye ku ji bo azadî û rûmeta mirovan tê dikoşin. Wê bi jiyana xwe îspat kir ku jin dikarin bi îradeya xwe dîrokê binivîsin û şopeke nemir di jiyanê de bihêlin.