’Îran naxwaze şer bi Îsraîlê re gûr bike’

Lêkolînera têkiliyên navneteweyî Dr. Îman Zehran diyar kir ku Îran asta desteka ku DYA’yê dide Îsraîlê dizane, lewra naxwaze nakokiyan bi Îsraîlê re mezin bike. Îman Zehran got Îran û Îsraîl li herêmê xwedî projeyên berfireh in.

’Îran naxwaze şer bi Îsraîlê re gûr bike’
16 nîsan, 2024   06:10
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Lêkolînera têkiliyên navneteweyî Dr. Îman Zehran têkildarî aloziya navbera Îran û Îsraîlê ji ANHA’yê re axivî.

Dr. Îman Zehran diyar kir ku Îsraîl ji hemû aliyan ve hewl dide armancên xwe yên aşkera bigihîne serî û got: "Ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve Îsraîlê tu serketin di vî alî de pêk neaniye. Lê hikumeta Netenyahu derbên mezin di asta siyasî, meydanî yan jî aborî de xwarin. Til Avîv hewl dide xwe serkeftî nîşan bide. Di heman demê de hewl dide tevahî peymanên ku dibe ji bo agirbestê werin îmzekirin, têk bibe da ku li rê ber her destkeftiyeke muhtemel a tevgera Hemasê bigire. Til Avîv her tim dixwaze nakokiyên siyasî yên li Rojhilata Navîn gur bimînin da ku van her du armancan pêk bîne; xwe ji tengasiya siyasî ya ji ber şerê li Xezayê rizgar bike û ya duyemîn jî beşdarî nava planên herêmî yên piştî şerê li dijî Xezayê bibe."

Dr. Îman Zehran destnîşan kir ku rejîmên Îsraîl û Îranê li herêmê xwedî projeyên firehbûnê ne û wiha dom da axaftina xwe: "Her wiha her du alî ji bo ku beşdarî dosyayên herêmî yên giran, di serî de dosyaya doza Filistînê bibin, di nava pêşbaziyê de ne. Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê guhertin di hevsengiyên şerê heyî yê li herêmê de çêkir. Bi awayekî Îranê berê xwe da rêgeza berxwedanê (Yekitiya Qadan) ku Îran serpereştiya baskên xwe li herêmê mîna tevgera Hemas, Hizbullah û Hûsiyan dike. Xaleke din jî heye girêdayî nakokiyên rasterast di navbera Tehran û Til Avîvê de ye ku wek peyama aramiya navxweyî ya Îranê hat, wek tevgereke bersivdayîna êrişa Îsraîlê ser balyozxaneya Îranê ya li Sûriyeyê û hedefkirina fermandarên Feyleq El Quds a Pasdarên Îranê. Her wiha hewldanek ji bo xwe li ser nexşeya pevçûnên li herêmê bi cih bike û piştgiriya berxwedanê, ji ber ku dê enî berfireh bibin, ji ber pevçûnên heyî li herêmên Filistînê yên dagirkirî."

Îman Zehran wiha pêde çû: “Bandorên pevçûna rasterast di navbera her du aliyan de hîn ne zelal in û zehmet e niha zelal bibin, bi taybetî ji ber ku bi dehsalan ev pevçûn bi awayekî nerasterast berdewamdike. Rewşa niha bi gelek diyarker û kêşeyan ve girêdayî ye, weke xirabûna rewşa aborî ya her du aliyan, îranî û îsraîlî, û herwiha Îsraîl naxwaze tevgerên xwe yên leşkerî belav bike û berê wê bide eniyên din, ji ber ku di nava rayedarên Îsraîlê de parçebûneke zelal heye têkildarî şerê li ser Xezeyê û dema bidawîkirina vî şerî."

 Dr. Îman Zehran diyar kir ku Îran asta desteka ku DYA’yê dide Îsraîlê dizane, ji ber vê yekê naxwaze nakokiyê li dijî Îsraîlê gûr bike, di heman demê de bi xisarên kêm dosyaya dan û standinên peymana nukleerî bi Washingtonê re bi dawî bike.

 (bb)

ANHA