Cotkar: Buhayên sebzeyan lêçûna xwe dernaxin
Cotkarên li gundên Til Birakê gazinan ji buhayên kêm ên berhemên xwe dikin. Cotkaran diyar kir ku ev buha têra sermayeya ku wan di çandiniyê de xerc kirine, nakin. Her wiha bang li aliyên têkildar kirin ku pêdiviyên çandiniyê, nemaze mazotê, peyda bikin.
Hejmarek cotkarên li gundewarên bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê bacan û xiyaran diçînin, ji ber buhayên kêm ên bacan û xiyaran ên li bazaran bi gazinc in. Cotkaran diyar kir ku buha, lêçûna çandiniyê dabîn nakin.
Cotkaran got zêdebûna her du cureyên sebzeyan û bêrêxistinbûna bazarê, bûye sedema daketina buhayan. Her wiha îşaret pê kir ku buha ne li gorî lêçûnên çandiniyê ne, nemaze yên di baxçeyên sergirtî ku çandina wan lêçûneke zêde dixwaze.
Kîloya xiyaran bi 3 hezar lîreyan e, kîloya bacanan jî li gorî kalîteya wê di navbera 4-5 hezar lîreyan de ye.
’EM JI SERMAYEYA XWE BI BIHAYEKÎ KÊMTIR DIFIROŞIN’
Cotkar Emîn El Muxlif ê ji gundê Til Ezan ê Til Birak e nerazîbûna xwe ya li hember buhayên heyî anî ziman û got: "Me bacan û xiyar berhev kirin û ew birin bazarê; lê buhayên li wir ji bo cotkaran ne adil in. Mesrefên ku min ji bo çandiniyê kirine, pir zêde bûn. Ji tirsa xirabûnê ez neçar mam ku berhemên xwe bi buhayekî kêmtir ji sermayeya xwe, bifiroşim.”
El Muxlif destnîşan kir ku xisarên dubare û nebûna destekê dibin sedem ku gelek cotkar neçar bimînin ku dest ji cotkariyê berdin.
KÊMBÛNA DESTEKÊ
El Muxlif bal kişand ser kêmbûna desteka çandiniyê ji aliyê saziyên têkildarî ve, bi taybetî mazota ji bo xebitandina pompên avdanê û germkirina baxçeyên sergirtî, bihabûna semadê û zehmetiyên dabînkirina wê di demên pêwîst de.
BANGA AVAKIRINA KOMÎTEYÊN KONTROLKIRINA BUHAYAN
El Muxlif banga destwerdana lezgîn li saziyên eleqedar kir û got: "Da ku çandinî bê parastin û cotkar teşwîq bibin ku karê xwe bidomînin, em dixwazin komîteyên pispor di hundirê sûkê de kontrolê bikin, buhayên sebzeyan li gorî lêçûna çandinê diyar bikin, her wiha kontrolê li ser bazirganan ferz bikin."
(bb)
ANHA