Germahiya konan ji jiyana di bin dagirkeriyê de birûmetir e
Koçberên kantona Efrîn û Şehbayê yên ku li kantona Tebqayê dimînin, di rewşên mirovî yên zehemt û dijwar re derbas dibin. Ev zehmetî bi zêdebûna pileyên germahiyê re hîn mezintir dibin. Lê tevî wê jî, koçberan dev ji berxwedana di bin konan de berneda û ew kon veguhastin sembolên xweragirî û berxwedanê û girêdana bi mafê vegera ewle ve.
Bi werza havînê û zêdebûna pileyên germahiyê re, koçberên kantona Efrîn û Şehbayê yên ku ber bi kantona Tebqayê ve hatine koçberkirin û di kampên demkî de dimînin, di rewşên zehmet û dijwar re derbas dibin. Lê belê ev şert û mercên dijwar nehiştin berxwedana di dilê koçberan de, yên ku kampên xwe veguhastine sembolên rûmet û têkoşînê, vemire.
Koçbera ji bajarê Efrînê yê dagirkirî Yasmîn El Elî ji ajansa me re got: "Rewşa mirovî ya koçberan pir zehmet e. Kon wan ne ji germahiya rojê, ne jî ji sermaya zivistanê diparêzin. Rewşên nexweşiyê hem di nav zarokan hem jî di nav temenmezinan de zêde dibin. Di germahiyê de dûpişk û mar derdikevin û vê jî rewşa zehmet a jiyana di nav kampan de hîn zehmetir kir."
Yasmîn El Elî got ku tiştê dihêle koçber xwe li hemberî van rewşan ragirin, ewlehî ye û got: "Di heman demê de jî koçber daxwaza misogerkirina ewlehiyê li warê xwe û vegera ewle dikin."
Yasmîn El Elî bang li hêzên navneteweyî kir ku li hemberî koçberan xwedî li erkên xwe derkevin û got: "Şêniyên Efrînê xaka xwe ji bîr nakin, kengî be jî ew ê vegerin xaka xwe."
SÛC DIDOMIN
Koçber Mustefa El Mûsa jî der barê binpêkirin û sûcên li Efrînê de tevî peymana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û desthilata Şamê, wiha axivî: "Hemwextî domandina binpêkirinan vegera li Efrîn û Şehbayê bê garantiyên navneteweyî û misogerkirina ewlehiya şêniyan, ne pêkan e."
Koçber Nûrî Toran li ser rewşa mirovî ya kampê axivî û got ku di germahiyê de zarok bi nexweşiyan dikevin, bahoz û ecac radibin û konan hildiweşin û ev jî barê koçberan giran dike.
Li kampê xaleke bijîşkiyê heye, rojane zêdetirî 30 rewşên nexweşiyê yên zarokan werdigire. Piraniya wan rewşên navçûyînê, tayên ji ber germahiyê û pêdadana dûpişkan in. Nexweşiyên din jî ji ber ava nepaqij wekî leşmaniya û nexweşiyên çêrm hene. Hin rewş jî hene yekser ji bo nexweşxaneyê tên veguhastin.
Tevî van rewşan, Toran got ku îsrara koçberan a vegera ewle û misogerkirina ewlehiya wan li Efrînê hîn wekî xwe ye û got: "An warekî ewle û birûmet an jî konên rûmet û serfiraziyê."
Hevseroka rêveberiya kampê ya bajarê werzîşê yê Tebqayê Rozelîn Ehmed got: "Ji bo havînê me tedbîr girtine. Ji wan tedbîran perwane hatin peydakirin û saetên pêxistina kehrebeyê li kampê hatin zêdekirin. Lê belê ev ne bes e. Kon êdî dirizin û pêwistî bi guhartin û çaksazkirina wan heye."
Rozelîn Ehmed diyar kir ku pêdivî bi reşandina dermanan ji bo dûpişk û maran û avakirina kanalîzasyonan heye, ji ber ku ava nepaqij dibe sedema belavbûna nexweşiyan.
(mh)
ANHA