Eşîrên Kurdan piştgirî da şandeya kurdî ya dan û standinên bi Şamê re

Rûspiyên eşîrên Kurdan ên bajarê Dirbêsiyê piştgirî da şandeya kurdî ya ku dê dan û standinên bi desthilata Şamê re bike û got divê gelê Kurd mafên xwe yên çandî û siyasî bi dest bixe.

Eşîrên Kurdan piştgirî da şandeya kurdî ya dan û standinên bi Şamê re
14 hezîran, 2025   03:45
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Ji biryarên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, avakirina şandeyeke kurdî ye ku der barê mafên siyasî û çandî yên Kurdan de dan û standinê bi desthilata Şamê re bike. Çav li rê ye şande di çend rojên pêş de biçe Şamê û dest bi wezîfeya xwe bike.

Rûspiyên eşîrên Kurd ên li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê piştgirî da şandeya kurdî û got divê mîsyona sereke ya şandeyê ew e ku mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de tesbît bike.

Rûspiyê eşîra Omeriyan Reşad Îzet Hec Xelîl bi bîr xist ku desthilatên li pey hev hatine bi salên dirêj zilm û zor li ser gelê Kurd meşandin û got: "Şandeya ji bo nûnertiya Kurdan hatiye avakirin, zarokên vî gelî ne. Dîroka têkoşîna van kesan û xebatên wan ên siyasî tên naskirin.”

Reşad Îzet Hec Xelîl ji şandeyê xwest ji bo mîsogerkirina mafên rewa yên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de bixebite û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Ji hezarên salan ve em gelê vê axê ne, dîroka me kevn e û hebûna me li Sûriyeyê resen, loma divê mafên gelê Kurd bi awayekî demokratîk werin parastin. Kêmî vê yekê em qebûl nakin.”

Hec Xelîl diyar kir ku endamên şandeyê ji aliyê gelê me ve tên pêşwazîkirin, têkoşîneke siyasî ya demdirêj meşandin.

Rûspiyê eşîra Omera, Hac Cemal Hac Mensûr jî da zanîn ku endamên şandeya kurdî ya dan û standinan ji gelê Kurd in û bi têkoşîna xwe ya demdirêj û mohra xwe ya siyasî ji aliyê civaka Kurd ve tên naskirin.

Hac Cemal Hac Mensûr îşaret bi vê yekê kir ku endamên şandeyê asta zilm û zordestiya li ser Kurdan hatibû meşandin baş dizanin û got: “Şande cihê bawerî û berpirsyariyê ye, dê erka xwe ya parastina daxwazên gelê xwe bi rêk û pêk bi cih bînin.”

Hac Cemal Hac Mensûr di dawiya axaftina xwe de got: "Daxwazên me yên bingehîn diyar in, mafên rewa yên çandî û siyasî yên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de werin tesbîtkirin. Divê pergala nenavndî were pejirandin. Em teqez dikin ku divê QSD’ê wekî hêzeke yekbûyî di sazûmaniya artêşa Sûriyeyê de be û garantiyên ewlehiyê ji herêmê re werin dayîn ku bi saya fedakariyên mezin hatine rizgarkirin.”

(bb)

ANHA