Ji bo pêşîgirtina li koçberiyê komxebatek hat lidarxistin

Ciwanan li ser pêla koçberiyê û metirsiya wê ya li ser civakê û bi taybet li ser ciwanan, komxebatek li dar xist.

Ji bo pêşîgirtina li koçberiyê komxebatek hat lidarxistin
Ji bo pêşîgirtina li koçberiyê komxebatek hat lidarxistin
Ji bo pêşîgirtina li koçberiyê komxebatek hat lidarxistin
Ji bo pêşîgirtina li koçberiyê komxebatek hat lidarxistin
Ji bo pêşîgirtina li koçberiyê komxebatek hat lidarxistin
Ji bo pêşîgirtina li koçberiyê komxebatek hat lidarxistin
3 kanûn, 2025   14:18
QAMIŞLO

Komîteya Ciwanan û Werzîşê û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Tirbespiyê bi hevkariya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşma “Koçberkirina ciwanan şerekî taybet e, armanca wê valakirina herêmê û guhertina demografiyê ye" komxebatek li navenda Ciwanên Şoreşger a bajêr li dar xist.

Komxebatê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê Desteya Ciwan û Werzîşê Reed El Seran têkildarî koçberiyê lêkolînek xwend. Di wê lêkolînê de rola ciwanan û jinên ciwan di hişyarkirina gel de, ji bo kêmkirina koçberiyê hat şîrovekirin. Her wiha banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo vegera ciwanên ku derketina derveyî welat, hat xwendin.

Endamê Yekitiya Ciwanên Şoreşger Mihemed El Meyah jî got di Rojhilata Navîn de şerekî taybet li ser ciwanan tê meşandin, armanca wî şerî ew e ku ciwanan ji welat û çanda wan dûr bixin.

El Meyah da zanîn ku rewşa şer li Sûriyeyê bi giştî û êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rê li pêşiya koçberiyê vekir û Rêveberiya Xweser hewl dide rewşeke aram bide avakirin û rê li pêşiya koçberiyê bigire.

Komxebat bi gotûbêjên vekirî bi dawî bû. Beşdaran diyar kir ku komxebatên bi vî rengî divê dewam bikin.

(ex/k)

ANHA