Êrişên li ser Rojava li gelek welatên cîhanê hatin protestokirin

Êrişên li ser Rojavayê li gelek welatên cîhanê hatin protestokirin û banga "Rojava biparêzin, Kurdistanê li dijî barbarên xwînxwar biparêzin" hatin kirin.

Êrişên li ser Rojava li gelek welatên cîhanê hatin protestokirin
25 ÇILE, 2026   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

STOCKHOLM

Li paytexta Swêd Stockholmê îro şahidiya yek ji mezintirîn meş û mîtîngên salên dawî kir. Di xwepêşandana ku ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ’p li ser Rojava hate lidarxistin de bi hezaran Kurdistaniyên ji her çar beşên Kurdistanê yên li Swêdê dijîn anîn gel hev

Êrîşên li ser Rojava berdewam in, Kobanê jî di bin dorpêçê de ye. Li hember dorpêçê dewletên rojavayî bêdengiya xwe didomînin. Di vê çerçevê de êrişên li ser Rojavayê li gelek welatên cîhanê hatin protestokirin û banga "Rojava biparêzin, Kurdistanê li dijî barbarên xwînxwar biparêzin" hatin kirin.

LONDON

Li paytexta Îngilistanê Londonê, bi hezaran Kurdistanî li dijî êrişên li ser Rojavayê li Qada Trafalgar a navdar kom bûn. Enternasyonalîst, rêxistinên çepgir ên şoreşger û gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk jî beşdarî çalakiya Kurdistaniyan. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Defend Rojava”, “Hands off Rojava”, “Bijî Kurdistan”, “Terorîst Colani”, “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin.

GOTHEBORG

Li Goteborg a Swêdê bi beşdariya ji her çar parçeyên Kurdistanê, mîtîngek hevgirtinê ji bo Rojava hat lidarxistin. Mîtînga ku piraniya wan ciwan bûn bertek û hêrsa xwe ya li dijî êrîşên li ser Rojava nîşan dan.

Beşdaran tevî polîsan destûra fermî neda jî meşiyan û biryardariya xwe nîşan dan. Di mîtîngê de dirûşmeyên  "Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, "Bijî Şoreşa Rojava", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin.

BELLİNZONA

Li Bellinzona ya Swîsreyê, li dijî êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên ku ji hêla dewleta Tirk ve têne piştgirîkirin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwepêşandan hatin lidarxistin. Hejmareke mezin Kurd û Îtaliyan li ber Îstasyona Trenê ya Bellinzona kom bûn û bi dirûşmeyan êrîş protesto kirin.

Di xwepêşandanê de, dirûşmeyên "Terorîst Colanî", "Bijî YPG, Bijî YPJ", "Bijî Rojava, Bijî Kurdistan", "Bijî Rêber Apo", "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

ATİNA

Li paytexta Yewnanîstan Atinayê, bi sedan kes bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Atinayê, li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên i aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser Rojavayê, protesto kirin. Meşa ku îro di saet 15:00’an de li Qada Syntagma dest pê kir, heta Konsolosxaneya Tirkiyeyê dewam kir. Tevî Kurdistaniyan, çepgir, anarşîst û şoreşger tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Kurdistan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Rojava, Rojhilat, Kurdistan Yek Welat e” hatin berzkirin. Di tevahiya çalakiyê de bi dirûşmeyên Yewnanî jî peyamên piştevaniya navneteweyî hat dayîn.