Daxwaza koçberan: Bila şer raweste

Koçberên ji Efrîn û Şahbayê ku ji destpêka şerê li Efrîn û Şehbayê ve di rêya koçberiyê de ne, diyar kir ku daxwaza wan ew e; "Ji zilm û koletiyê xilas bibin û em dixwazin li ser axa xwe bi nasname û zimanê xwe bijîn."

Daxwaza koçberan: Bila şer raweste
26 ÇILE, 2026   03:35
QAMIŞLO

Ji 6`ê Çileya 2026`an vir ve, çeteyên hikumeta demkî û dewleta dagirker a Tirk êrişên tund li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê, her wiha deverên Tebqa, Reqa û Şedadê dane destpêkirin ku bûye sedema koçberiya bi hezaran sivîlan ber bi kantona Cizîrê û Kobaniyê ve. Gef berdewam dikin.

Şêniyên ji Efrîn û Şehbayê ku ji ber êriş, komkujî û koçberiya bi darê zorê ji gelek caran neçar mene ku koçber bibin, careke din koçber bûne. Koçberan li ser rewşa xwe û daxwazên xwe axivîn.

Koçbera bi navê Zekiya Murad diyar kir ku ew 5 caran ji ber êriş û kuştinên li dijî Kurdan, bi taybetî yên ji Efrîn û Şehbayê koçber bûne. Zekiyayê diyar kir ku wan şert û mercên dijwar ên tijî êş, tirs, nexweşî û koçberiyê kişandine.

‘MA CIHÊ ME KURDAN DI VÊ DINYAYÊ DE NÎN E?’

Zekiya Murad wiha lê zêde kir: "Ma cihê me Kurdan di vê dinyayê de nîn e? Mîna hemû mirovên din, em cihekî dixwazin ku bi aştî lê bijîn."

Koçberê bi nvê Xelîl Mihemed got ku Kurd bi berdewamî koçber dibin. Her ku rewşa wan hinekî baştir dibe, ew neçar dimînin ku dîsa birevin, ku ev yek bandorek kûr li ser wan dihêle.

Xelîl zêde kir ku cara dawîn ji ber êrişên komên çekdar, ew neçar ma ku ji Reqayê derkeve ku ew li wir li dibistanekê dijiya û ber bi kantona Cizîrê ve koçber bû. Dema ku ew gihaştin Qamişloyê, Rêveberiya Xweser hemû dibistan û saziyên xwe ji bo xizmetkirina koçberan vekirin.

Xelîl Mihemed daxwazên xwe wiha anîn ziman: "Em êdî tiştekî naxwazin; em tenê dixwazin ku di aştiyê de bijîn. Tevî vê yekê, em xwe rehet hîs dikin ku di nav gelê xwe de ne, û em ê heta dawiyê, heta ku em azadiyê bi dest bixin, berxwdanê berdewam bikin."

Jina koçber a bi navê Buşra Hebeş diyar kir ku ew di rewşa heyî de ji ber nebûna av û elektrîkê gelek zehmetiyan dikişînin û wiha lê zêde kir: "Em tenê dixwazin ku ev şer raweste û em bikaribin vegerin malên xwe."

Zarokê bi navê Şemsî Heydo jî hestên xwe wiha anîn ziman: "Ji ber êrişên çeteyan, em heta ku gihîştin Qamişlo reviyan. Ji bo parastina me ji sermaya dijwar, em hewceyî cil û berg û pêdiviyên zivistanê ne. Niha tenê dixwazim vegerim mala xwe.”

(k)

ANHA