Ciwanên Amûdê "Cejna Berxwedana Neteweyî" pîroz kir

Salvegera 47’emîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) (Cejna Berxwedana Neteweyî) li Amûdê hat pîrozkirin.

Ciwanên Amûdê "Cejna Berxwedana Neteweyî" pîroz kir
Ciwanên Amûdê "Cejna Berxwedana Neteweyî" pîroz kir
Ciwanên Amûdê "Cejna Berxwedana Neteweyî" pîroz kir
Ciwanên Amûdê "Cejna Berxwedana Neteweyî" pîroz kir
Ciwanên Amûdê "Cejna Berxwedana Neteweyî" pîroz kir
Ciwanên Amûdê "Cejna Berxwedana Neteweyî" pîroz kir
24 mijdar, 2025   20:55
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, bi munasebeta nêzîkbûna 27’ê Mijdarê salvegera 47’an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) (Cejna Berxwedana Neteweyî) şahiyek li dar xist.

Şahî li qada Jina Azad a li bajarê Amûdê bi beşdariya bi dehan şêniyan hat li darxistin. Ciwanan di şahiyê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên PKK’ê bilind kirin. Li ber stranên şoreşgerî jî govend gerandin û dirûşmên pîrozkirina salvegera damezirandina PKK’ê berz kirin.

(bb)

ANHA