Xwepêşandêran gotina "Parêzgeh" ji avahiya Serayê ya Siwêdayê rakir

Xelkê Siwêdayê di xwepêşandana ji bo mafê diyarkirina çarenûsê de gotina "Parêzgeh" ji avahiya Serayêyê rakir. 

Xwepêşandêran gotina "Parêzgeh" ji avahiya Serayê ya Siwêdayê rakir
24 mijdar, 2025   20:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Siwêdayê şênî bi banga mafê diyarkirina çarenûsê xwepêşandan li dar xist. Xwepêşandêr ku li nav kolanên bajêr geriyan li ber avahiya Serayê rawestiyan. Li wir xwepêşandêran gotina "parêzgeh" ji avahiya Serayê rakir.

Çavdêran, ev gav wekî nîşana daxwaza serxwebûna îdarî û qutkirina girêdanê bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve pênase kirin.

Li Siwêdayê hema bêje rojane xwepêşandanên gel ji bo diyarkirina aqûbeta revandiyan, hesabxwestina ji sûcdaran û dayîna mafê wan ê diyarkirina çarenûsê tên lidarxistin.

(mh/bb)