Ciwanekî koçber debara xwe bi firotina ebayan dike

Ciwanekî 20 salî yê ji gundewarên Helebê koçberî Hesekê bûye, ji bo debara xwe li têketina Til Temirê ebayan difiroşe.

Ciwanekî koçber debara xwe bi firotina ebayan dike
Ciwanekî koçber debara xwe bi firotina ebayan dike
Ciwanekî koçber debara xwe bi firotina ebayan dike
Ciwanekî koçber debara xwe bi firotina ebayan dike
Ciwanekî koçber debara xwe bi firotina ebayan dike
Ciwanekî koçber debara xwe bi firotina ebayan dike
Ciwanekî koçber debara xwe bi firotina ebayan dike
Ciwanekî koçber debara xwe bi firotina ebayan dike
Ciwanekî koçber debara xwe bi firotina ebayan dike
30 mijdar, 2025   03:45
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Ciwanê bi navê Mihemed Hemîdo (20) ku di 2012ˊan de ji herêma Til Şixêb ê gundewarên Helebê derbider bûye, li têketina bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê, li Çerxerêya Qendîlê, ebayên zivistanê yên cur bi cur li ser peyarêyê raxistine û li benda muşteriyan dimîne.

Hemîdo bi dayik û  bavê xwe dimîne, piştî hilweşîna rewşa ewlehî û dijwariya bombebaranên li dijî herêmê, neçar bû ku ji gundê xwe koçber bibe.

Piştî veguhastina dirêj di nava bajar û bajarokên Sûriyeyê de malbat li bajarê Hesekê li taxa Eskerî bi cih bû. Lê ji bo peydkirina hewcedariyên malbatê Hemîdo dest bi xebatê kir.

Jiyana li Hesekê ne hêsan bû, lê Hemîdo firsetek bi dest xist ku ebayan bifiroşe û bû jêdera qûta wan a sabit. Ji bo berfirehkirina dahata xwe her roja duşem û pêncşemê Hemîdo bi erebeya xwe ya (sozokî) ya biçûk ku eba lê bar kirine, berê xwe dide bajarê Til Temirê.

Mihemed Hemîdo di saetên zû yên sibehê de ji bajarê Hesekê derdikeve, 40 kîlometre diçe heta digihîne Til Temirê, dûre berê xwe dide Çerxerêya Qendîlê ya li têketina bajêr. Hemîdo li wir basteya xwe vedike û li benda xerîdaran dimîne.

Di rojên din ên hefteyê de Hemîdo bi erebeya xwe li nava kolanên Hesekê, gund û bajarokên herêmê digire ku kel û pelên xwe bifiroşe.

XEBATEKE DEMSALÎ YE, LÊ DAMARA JIYANÊ YE

Hemîdo ebayên xwe bi komî ji sûkên Hesekê dikire û bi bihayên guncaw difiroşe xelkê gundan. Li gel ku ew bi xwe çênake, lê cureyên herî zêde tên xwestin hildibijêre û cureyên baş û nebaş ji hev derdixe.

Hemîdo dibêje: "Buha ji 150 hezar lîreyê Sûriyeyê heta bi 500 hezarî hene. Ew jî li gorî cureya post, kalîteya çêkirinê û qalindbûnê diguhere."

Lê ji ber ku firotina ebayan demsalî ye, Hemîdo di demsalên din ên salê de alavên malê li nava gund û bajarokan difiroşe.

ASTENGIYÊN ROJANE

Li gel pisporiya kêm bi hevrûkirina bazirganên kevin ên vê pîşeyê re, Hemîdo cihekî xwe li herêmê, bi taybet li Til Temirê girt. Ji ber ku dan û standina wî bi xerîdaran re baş e.

Hemîdo dibêje hin zehmetiyên vî karî jî hene weke lêçûnên veguhastinê, neîstîqrariya kirinê û mewsima kurt.

Mihemed Hemîdo hêvî dike ku di paşerojê de dikaneke wî li Hesekê hebe, xebata xwe berfireh bike ku tevahî pêdiviyên zivistanê yên dîtir bihewîne û vegere gundê xwe.

(fr)

ANHA