Di êrişeke Amerîkayê de li Yemenê 2 endamên El Qayidê hatin kuştin

Di êrişeke asmanî ya hêzên Amerîkayê de li rojhilatê Yemenê 2 endamên El Qayidê hatin kuştin.

Di êrişeke Amerîkayê de li Yemenê 2 endamên El Qayidê hatin kuştin
29 mijdar, 2025   22:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Amerîkayê li dijî 2 endamên rêxistina El Qayidê li Yemenê êrişeke asmanî pêk anî, di encamê de her du kes hatin kuştin.

Mediyaya herêmê ragihand ku êriş li devera Hisûn Al Celal li herêma El Wadî ku yek baregehên El Qayidayê ye, pêk hat.

(k)