Ciwanek di êrişa li Siwêdayê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

Ciwanek 8’ê Sibatê li gundekî Siwêdayê di êrişa komên hikumeta demkî ya li dijî cotkaran de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. Bi vê yekê hejmara kuştiyan bû 5.

Ciwanek di êrişa li Siwêdayê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da
15 sibat, 2026   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê 8’ê Sibatê li gundê Metûna yê bakurê Siwêdayê êrişî cotkaran kiribû. Di encamê de 4 cotkaran jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn. 

Ciwanê bi navê Fîras Ehmed El Helebî ku di êrişê de bi giranî birîndar bûbû, li Nexweşxaneya Şêx Zayîd dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Bi vê yekê hejmara cotkarên di êrişê de jiyana xwe ji dest da bû 5.

(bb)

ANHA