Hêzên Îsraîlê li gundewarê Quneytîrayê bendek kontrolê danî

Hêzên Îsraîlê li têketina gundê Semdaniye yê rojavayê Quneytîrayê bendek kontrolê danî.

Hêzên Îsraîlê li gundewarê Quneytîrayê bendek kontrolê danî
15 sibat, 2026   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Zêdegaviyên hêzên Îsraîlê li gundewarê Quneytîrayê didomin. Li hemberî van zêdegaviyan hikumeta demkî ya Sûriyeyê bêdeng e.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku dewriyeya leşkerê Îsraîlê lê têketina gundê Semdaniye yê rojavayê Quneytîrayê bendek kontrolê danî.

SOHR’ê di 13’ê vê sibatê de ragihandibû ku hêzên bejahî ya Îsraîlê ketin li gundewarê Quneytîra û Derayê, sivîl girtin û zeviyên çandiniyê kolandin û bendên demkî yên kontrolê danîn. Ev yek bandor li jiyana şêniyan bi taybetî cotkar û şivanan kir.

(bb)