Civaka Siwêdayê serxwebûn û mafên çarenûsî dixwaze

Li hember siyasetên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û berdewamkirina kiryarn revandina xelkê û ambargoya li ser herêmê, gelek derdorên li Siwêdayê dibjin ku "serxwebûn" mafê wan e.

Civaka Siwêdayê serxwebûn û mafên çarenûsî dixwaze
11 îlon, 2025   05:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişa leşkerî ya dawî li başûrê Sûriyeyê di Tîrmeha îsal de, ku bû sedema mirina zêdetirî 2 hezar û 026 kesan û birîndarbûna bi hezaran kesan, li Siwêda û gundewarê wê xwepêşandanên gel berdewam dikin. Gel doza mafên xwe yên çarenûsî dikin.

Gelek beşên civakê li Siwêdayê di wê baweriyê de ne ku serxwebûn mafekî wan e, li hember tiştê ku ew wekî "binpêkirin û sûcên" hikûmeta veguhêz a li Sûriyeyê bi nav dikin. Ajansa me nêrînên çalakvanên ku bi rêkûpêk xwepêşandanan dikin şopand, wan jî sedemên ku wan ber bi dazwaza serxwebûnê ve dibin anîn ziman.

Serokê buroya siyasî ya Partiya Lîwa ya Sûrî Xalid Nasir der barê mijarê got: "Îro Suweyda di bin dorpêçê de ye, pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê tune ne. Siberoja xwendekarên me winda bûye, zêdetirî 150 hezar birayên me ji 38 gundan di stargehan de ne. Mûçeyên karmendan s me in li pey hev hatine rawestandin, nemaze mûçeyên mamosteyan. Ji ber vê yekê, em mafê xwe yê çarenûsî dixwazin û dixwazin tavilê deriyek were vekirin û alîkariyan bighînin Siwêdayê.

Çalakvana bi navê Nexam Ridwan destnîşan kir ku: "Gel îro dixwaze ji hikûmeta heyî cida bibe. Ev jî bersiva komkujiyên ku wê kiriye de, ku bûne sedema mirina mezinan û zarokanû jinan. Niha jî dorpêçkirin berdewam e û nexweş nikarin bighêjin derman, xwarin û pêdiviyên bijîşkî."

Nivîskara bi navê Raqiya El Şair û çalakvana bi navê Alaa Ebû Mezhar jî hemfikir bûn û wan jî diyar kir ku ew mafên xwe yên çarenûsî dixwazin.

Çalakvanê mafên mirovan  Semîr E Xetîb diyar ku ti derfetên jiyankirina di bin siya hikûmeta veguhêz a heyî de tune ye, wî ew wekî "hikûmetek tundrew" bi nav kir. El Xetîb wiha got "Şerm e ku hikûmetek wiha tundrew heye. Ji ber vê yekê, em bang li hemî rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî dikin ku ji bo vegerandina kesên revandî û vegerandina gundên ku ji hêla vê hikûmetê ve hatine binpêkirin û wêrankirin, bixebitin. "

(k)