Meclisa Rêveber girîngî da lezkirina projeyên xizmetguzariyê

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civîna xwe ya mehê de rewşa xebatan li kantonan û deste û nivîsgehên wê nîqaş kir û girîngî bi lezkirina projeyên xizmetguzariyê da.

Meclisa Rêveber girîngî da lezkirina projeyên xizmetguzariyê
10 îlon, 2025   19:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya mehê li dar xist. Di civînê de geşedanên herêmê hatin nîqaşkirin û rewşa xebatan li kantonan û deste û nivîsgehên meclisê hat nirxandin.

Di serî de Josêf Îsa bû cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber û sond xwar. Piştre cîgirê berê Gabrîel Şemûn hat xelatkirin.

Girêdayî wê, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed diyar kir ku danûstandin û civîn di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de didomin û ji bo pêkanîna lihevkirinê bi aliyên navneteweyî re di hevkariyê de ne.

Di civînê de girîngî bi lezkirin û xurtkirina projeyên xizmetguzariyê û danîna mekanîzman ji bo derbaskirina zehmetiyên heyî da.

Di dawiya civînê de hate destnîşankirin, amadekariyên ji bo wergeritina pembo temam in û ji ber ku çandinî bingeha xurtkirina ewlehiya xwarinê û geşpêdana domdar e, teqezî bi bicihanîna plana piştgiriya çandiniyê li herêmê hat kirin.

(mh/şx)