Dadweriya Iraqê cezayê darvekirinê li emîrekî DAIŞˊê birî

Encûmena Dadweriyê ya Iraqê ragihand ku ji ber kiryarên wî yên terorîstî yên li parêzgeha Enbarê cezayê darvekirinê li emîrekekê DAIŞ’ê birî.

Dadweriya Iraqê cezayê darvekirinê li emîrekî DAIŞˊê birî
27 tebax, 2024   21:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Dadgeha Sûc a Enbarê bi tawanê ‘kiryarên terorîstî bo ser hêzên Heşdî Şeebî û Heşdî Eşayerî’ her wiha ‘revandina welatiyek li bjarokê Hedîse yê rojavayê Enbarê’ cezayê darvekirinê li emîrekê çeteyên DAIŞ’ê birî.

Her wisa bi bîr xist ku cezayê darvekirinê di çarçoveya bendên Madeya 4’emîn a terorê hatiye dayîn.