Xwişka şehîdê Komkujiya Hewlêrê: Xiyanet dê bê ceza nemîne

Xwişka şehîdeke komkujiya Hewlêrê Zerge Temo soza şopandina rêya şehîdên têkoşînê da û bang li Kurdan kir ku guh nedin dû xiyanetê û got: "Xiyanet dê bê ceza nemîne û em ê tola şehîdên xwe hilînin.

Xwişka şehîdê Komkujiya Hewlêrê: Xiyanet dê bê ceza nemîne
Xwişka şehîdê Komkujiya Hewlêrê: Xiyanet dê bê ceza nemîne
17 gulan, 2024   04:05
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Beriya vê 27 sal an PDK’ê li Li bajarê Hewlerê komkujiyek bi hovane pêk anî û bi dehan têkoşer şehîd bûn.

14`ê Gulanê sala 1997`an, zêdetirî 200 hezar leşker û cerdevanên dewleta Tirk a dagirker dest bi êrişê kir û dewleta Tirk navê “Operasyona Çakûç” lê kir.

Di 2 rojên pêşîn de, gerîlayên PKK`ê berxwedaneke mezin nîşan didin û derbên giran li artêşa Tirk dixin. Di encama berxwedana gerîlayan de bi dehan leşker hatin kuştin û dewleta Tirk nekarî tiştekî bi dest bixe.

Di encama êrişa PDK’ê de 83 hûnermend, rojnamevan, welatparêz, rewşenbîr, azadîxwaz û birîndarên PKK’ê yên bêçek ku tedawî dibûn, şehîd bûn. Navê vê rojê weke Komkujiya Hewlêrê derbazî dîrokê, xayîn ya PDK’ê bû.

Şehîd Roza Cûdî (Roza Temo) ku rojnamevaneke rojnameya "Welat" bû û di wê komkujiyê de şehîd bûbû, Xwişka wê Zerge Temo bal kişand li ser vê komkojiyê û wiha got: "PDK`ê berpirsê şehîdxistina xwişka min û hevalên wê ye."

Zerge Temo axaftina xwe wiha domand: "Divê gelê Kurd guh nede xiyanetê û li ser şopa tevgera rizgariya Kurdistanê û şehîdên xwe bimeşin."

Zerge ev li gotinên xwe zêde kir: "PDK`ê xeta xiyanetê li dijî gelê Kurd didomîne. Tev li êrişên dewleta Tirk a dagirker dibe. Divê gelê me guh nediyê û nûnertiya gelê Kurd nake."

Zerge Temo di dawiyê de wiha got: "Dive gelê Kurd li hemberê Xeta xiyanetê bê deng ne mine û xiyanetciyan ceza bike û têkoşînê xwe ya ji bo tevgera rizgariya Kurdistanê heta dawiyê berdewam bikin."

(şx)

ANHA