Çeteyên hikumetê li Şêxmeqsûdê malên sivîlan şewitandin

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên hikumeta demkî, malên sivîlan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şewitandine û li dijî sivîlan sûcên kuştin û revandinê pêk anîne.

Çeteyên hikumetê li Şêxmeqsûdê malên sivîlan şewitandin
16 ÇILE, 2026   15:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên agahdar ên li Helebê ji ajansa me re aşkera kir ku çeteyên hikumeta demkî malên sivîlan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şewitandine.

Çavkaniyan her wiha da zanîn ku çeteyan sûcên wek kuştina li qadan, girtinên bi zorê û talankirina malên sivîlan kirine.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên hikumeta demkî hîna jî rê nadin dezgehên çapemeniyê ku bikevin taxê, ji bilî yên girêdayî wan.

(k)

ANHA