Ji bo 2 şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê merasîma xiyabî

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji bo şehîd Dilbirîn Qamişlo û Rojbîn Amara ku di berxwedana li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de şehîd bûbûn, merasîma xiyabî li dar xist.

16 ÇILE, 2026   15:25
HESEKE

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Hesekê îro ji bo şehîd Dilbrîn Qamişlo (Rojkar Nûhî) û Rojbîn Amara (Wîdad Mamo) ku 10`ê Çileyê di berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de çalakiyên fedayî pêk anîn û şehîd bûn, merasîma xiyabî li dar xist

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şêrîn Oso destnîşan kir ku bûyerên li herêmê diqewimin ne nû ne û da zanîn ku êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, êrişên berê yên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo şikandina îradeya gelê herêmê tînin bîra wan, lê di dawiyê de negihaştin armancên xwe.

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Suhêr Silêman jî sersaxî ji bo malbatên şehîdan xwest û diyar kir ku fedakarî û têkoşîna wan a qehremanî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, cihê serbilindî û rûmetê ye.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk ya Hesekê Ferhan Daûd diyar kir ku van êrişan rûmeta mirovan hedef girt û armanca wan ew e ku di navbera pêkhateyên cuda yên civakê de nakokiyan biçînin. Lê felsefeya jiyana hevbeş û nirxên demokratîk ev êriş têk birin.

Piştî axaftinan belgenameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin. Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(k)

ANHA