Endamên Meclisa DEM Partiyê diyar bûn

Di kongreya Mezin a Asayî ya 5’emîn de endamên Meclisa Partiya (PM) hatin hilbijartin. Di encama hilbijartinê de 80’ê endamên asilî û 35 jî endamên yedek hatin hilbijartin. Di nava PM’ê de navên nû jî cih girtin.

Endamên Meclisa DEM Partiyê diyar bûn
6 îlon, 2026   18:15
NAVEDAN NÛÇEYAN

DEM Partiyê Kongreya xwe ya Mezin a Asayî ya 5‘emîn li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a navçeya Yenîmahalleyê ya Enqereyê li dar xist.

Di kongreyê de bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat.

Di hilbijartinê de nêzî 600 delegeyan deng da û di encama dengdayînê de Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji nû ve weke hevserokên giştî hatin hilbijartin.

Her wiha Meclisa Partiyê (PM) ya nû jî hat hilbijartin. Di PM’ya nû de navên nû jî cih girtin.

28 endamên asîl di PM’yê de hatin hilbijartin.

Navên nû yên PM’ya asîl wiha ne: “Asiye Kolçak, Ayfer Fatma Çelîk, Aylîn Hacaloglu, Berdan Gunduz, Berîvan Elter, Berna Çelîk, Besriye Tekgur, Çîgdem Kose, Dogan Erbaş, Ekaterini Nikalao, Ekrem Baran, Elîf Çoban, Eylem Saruca, Fîkret Melîh Çolakogulları, Saruhan Oluç, Îbrahîm Ateş, Mehmet Resul Baykara, Metîn Kilavuz, Muhsîn Dalfîdan, Nayîf Bulga, Omer Kulpu, Sedat Şenoglu, Sevda Çelîk Ozbîngol, Seyfettîn Aydemîr, Sezgîn Kartal, Turkut Çatar, Veysî Unat û Zeyyat Ceylan.”

Piştî hilbijartinê kongre bi dawî bû.