CENTCOM: 4 leşker mirine, 2 jî windane

CENTROM’ê ragihand ku di encama ketina balafira wan ya li Iraqê de, 4 leşkerên Amerîkî jiyana xwe ji dest dane, 2 jî winda ne.

CENTCOM: 4 leşker mirine, 2 jî windane
13 adar, 2026   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku duh balafirek ji curê KC-135 ya taybet ji bo dabînkirina sotemeniyê, di dema operasyonek leşkerî ya li rojavayê Iraqê de ket xwarê, lê balafira duyem bi selametî daket.

CENTCOM’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek din belav kir. Li gorî fermandariya CENTCOM’ê 6 di kes balafira ketî xwarê de bûn, 4 leşker ji wana jiyana xwe ji dest dane û ji bo dîtina her du lekerên din jî lêgerîn dewam dike.

Fermandariyê da zanîn ku wan li ser bûyerê lêkolîn dane destpê kirin, li gorî fermandariyê balafir ne di encama êrişê de ketiye xwarê.

Hêjayî gotinê ye Berdevkê Serfermandariya Xatem El-Enbiya ya Hêzên Çekdar ên Îranê Îbrahîm Zulfîkar îro ragihand ku ji aliyê hêzên wan ve, balafirek dabînkirina sotemeniyê ya Amerîkayê li rojavayê Iraqê bi pergala parastina hewayî hate lêdan û kete xwarê.

Îbrahîm Zulfîkar destnîşan kir ku di encama êrişê de hemû endamên tîma di balafirê de hatine kuştin.