Li gundewarên Siwêdayê pevçûn

Di navbera hêzên parêzvanên nîştimanî yên Siwêdayê û komên girêdayî hikumeta demkî de pevçûn derket.

Li gundewarên Siwêdayê pevçûn
13 adar, 2026   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di saetên serê sibehê de şer di navbera komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê de derket.

Şer li ser rêya Meamil Seila ya li rojavayê bajarê Siwêdayê rû da.

Hate diyarkirin ku komên girêdayî hikumeta demkî yên ji bajarokê Xirbe Semer bi çekên giran zeviyên çandiniyê yên bajarokê Era yê li rojavayê bajar kirin hedef. Agahiyên der barê zirarên canî de heya niha bi dest neketin, lê êriş bû sedema tirsê di nava şênî û cotkaran de.

(bb)