Cenazeyê Zeynep Konar hat oxir kirin

Cenazeyê dayîka Omer Hayrî Konar, Zeynep Konar ku duh jiyana xwe ji dest dabû li Goristana Asrî ya Xarpêtê hate oxir kirin.

Cenazeyê Zeynep Konar hat oxir kirin
10 adar, 2026   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Dayika Omer Hayrî Konar, Zeynep Konar a 94 salî jiyana xwe ji dest da. Zeynep Konar ku demek dirêj bû li Nexweşxaneya Bajêr a Xarpêtê dihate dermankirin duh rehmet kir. Cenazeyê Zeynep Konar îro li Goristana Asrî ya Xarpêtê hat veşartin. Malbatê ji bo Zeynep Konarê li Mala Şînê ya Zîverê şîn danî. Şîn dê sê rojan berdewam bike 

Omer Hayrî Konar yek ji girtiyên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê tê girtinê ye.