Ji bo 5 şehîdan merasîma sersaxiyê

Şêniyên bajarên Dêrik û Girkê Legê sersaxî da malbatên 5 şehîdan.

Ji bo 5 şehîdan merasîma sersaxiyê
Ji bo 5 şehîdan merasîma sersaxiyê
Ji bo 5 şehîdan merasîma sersaxiyê
Ji bo 5 şehîdan merasîma sersaxiyê
10 adar, 2026   15:57
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê ji bo şervanên QSD'ê Rêber Egîd (Hemze Ferhan), Çiyager Arkin (Erhan Aksoy) û Hogir Dêrik (Hisên Hisên) û Şivan (Şivan Oskotko) yên ku 20'ê Çileya îsal li herêma Alya ya Hesekê şehîd bûne û endamê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Eyhem Şakir Miftah ku 18'ê Çileyê li ser rêya Ebyed şehîd bûye, merasîma sersaxiyê li dar xist.

Merasîm li Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer a bajarê Dêrikê bi beşdariya bi sedan şêniyên Dêrik û Girkê Legê pêk hat.

Piştî rêzgirtinê hevserokê Meclisa PYD'ê ya bajarê Dêrikê Ciwan Hesen axivî û bal kişand ser keda şehîdan di parastina gelê Rojava de û got dîrok dê têkoşîna wan binivîse.

Hesen anî ziman ku şehîdan bedena xwe li hember hewldanên qirkirina Kurdan kiriye mertal û komplo têk birin. Ciwan Hesen di dawiya axaftina xwe de soza domandina rêya şehîdan da.

Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.

(bb)

ANHA