Cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara ji nexweşxaneyê hat girtin

Cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara ji Tiba Edlî ya Silêmaniyê hat wergirtin. Wê li Parka Azadî ya Silêmaniyê merasîmek ji bo cenaze were lidarxistin û piştre ber bi Bakurê Kurdistanê ve were oxirkirin.

Cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara ji nexweşxaneyê hat girtin
29 tebax, 2024   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya çend kêliyan cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara ji Tiba Edlî ya Silêmaniyê hat wergirtin. Wê cenaze li Parka Azadî ya bajêr bi merasîmek girseyî ber bi Bakurê Kurdistanê ve were oxirkirin.

Roja 23’yê Tebaxê li nêzî navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîta rojnamevanên çapemeniya azad ji aliyê balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk ya dagirker ve hatibû bombebarankirin. Di encam êrişê de her du rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn. Her wiha 6 rojnamevanên din jî birîndar bibûn. Heman rojê cenazeyê rojnamevan Hêro Behadîn li Silêmaniyê hatibû veşartin.