Xwepêşandêran nehişt hêzên Rûsyayê dewriyeyeke hevbeş bi leşkerên Tirk re bimeşînin

Hêzên Rûsyayê vê sibehê hewl da li Çil axa dewriyeyeke hevbeş bi leşkerên dewleta Tirk re bimeşînin. Berxwedana gel li ber dewriyeya hevbeş girt. Her wiha panzêreke hêzên Rûsyayê pê li xwepêşandêrekê kir.

Xwepêşandêran nehişt hêzên Rûsyayê dewriyeyeke hevbeş bi leşkerên Tirk re bimeşînin
29 tebax, 2024   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rûsyayê vê sibehê hewl da artêşa Tirk derbasî herêmê bikin û dewriyekeke hevbeş pê re pêk bînin. Hêzên Rûsyayê hewl da ji gundê Dêrna Axa yê li bakurê bajarê Çil axa yê kantona Cizîrê dewriyeya hevbeş bidin destpêkirin.

Şêniyan xwepêşandan li hemberî hewldana Rûsyayê li dar xist û pêşî li ber dewriyeyê girt.

Hêzên Rûsyayê ketober gule û bombeyên gazê li xwepêşandêran barandin û ji bo tirsandina xwepêşandêran jî bi panzêrekê pê li welatiya bi navê Evîn Îsa kir. Piştî bûyerê Evîn Îsa rakirin nexweşxaneyê.

Xwepêşandêran nehişt dewriyeya Tirk derbasî herêmê bibe û li deverê bigere.

(bb)

ANHA