Rojnameyên erebî: Enqere Şamê dixapîne

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de hewldanên normalîzekirinê yên Enqere û Şamê, destwerdana leşkerî ya Misirê ya li Somaliyê, her wiha hewldanên agirbesta Xezayê şîrove kirin.

Rojnameyên erebî: Enqere Şamê dixapîne
29 tebax, 2024   10:24
NAVNDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Exbar a Lubnanê ku cih da normalîzekirina Şam û Enqereyê, nûçeyek bi sernavê "Enqere li Şamê dizivire" weşand. Rojnameyê diyar kir ku dewleta Tirk di dosyaya normalîzekirinê de li Şamê dizivire da ku destkeftiyên zêdetir di vê dosyayê de qezenc bike bêyî ku ji herêmên dagirkirî vekişe.

Rojnameyê bi bîr xist ku Şamê bi şertê xwe yê vekişandina hêzên Tirk ji herêmên dagirkirî ve girêdayî ye, lê rayedarên Tirk behsa şertên nû yên Tirkiyeyê dikin ku ew û şertên ku berê Erdogan danîbûn li hev nayên.

Li gorî çavkaniyên sûriyeyî yên muxalif, rayedarên Tirk di hevdîtinên xwe yên dawîn ên li gel hin çeteyên xwe de gotibû ew di normalîzekirinê de berdewam in.

Rojnameyê diyar kir ku "daxuyaniyên tund ên Enqereyê bi armanca qezenckirina destkeftiyên zêdetir di vê dosyayê de tên dayîn."

‘MISIRÊ LI DIJÎ ETIYOPYAYÊ AMÛRÊN LEŞKERÎ ŞANDIN SOMALIYÊ’

Rojnameya El Ereb El Londoniye têkildarî aloziya di navbera Misir û Etiyopyayê de nûçeyek bi sernavê "Misirê li dijî Etiyopyayê amûrên leşkerî şandin Somaliyê" weşand. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Misir ji avakirina bendava El Nehdayê û xebitandina wê aciz e û êdî dev ji aramiya xwe berdaye û wek helwesteke dijber cara yekemîn e alîkariyên leşkerî ji Somaliyê re şandin.

Di nûçeyê de hate gotin aliyên siyasî bi fikar in ku Misir bi vê helwestê Etiyopyayê provoke bike û “wekî ku bi êgir bilîze" xwe bixe nav aloziyên ewlehiyê yên herêmî ku ne dema wê ye û encamên wê yên demkurt û demdirêj ne li gorî berjewendiya Misirê ne, nemaze Misir bi çareserkirina aloziya xwe ya aborî û vegerandina rola xwe ya dîplomatîk ve mijûl e.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku dîmenek li ser malperên medyaya dijîtal belav bû û tê de xuya dibe ku sêşemê 2 balafirên leşkerî yên Misirê gihaştine balafirxaneya Maqadîşoyê û bare wan çek bûye.

Li gorî rojnameyê "ev piştgiriya Misirê ji Somaliyê re, ji Etiopyayê re peyamek e. Pirsporên jî got heke Misir hêzên xwe bişîne Somaliyê û leşkerên xwe li ser sînorên bi Etiyopyayê re bi cih bike, dê şer rû bide, dibe ku ne rasterast be lê dê bi rêya wekîlan be.”

‘AGIRBESA XEZAYÊ: TEVGERÊN NAVBEYNKARAN JI BO KÊMKIRINA ALOZIYAN’

Rojnameya Şerq El Ewsat behsa dan û standinên agirbestê yên di navbera Hemas û Îsraîlê de kir.

Rojnameyê cih da nirxandina hin pisporan ku dibêjin "tevgerên navbeynkaran; Misir, Qeter û Amerîkayê li Dohayê dewam dikin."

Li gorî rojnameyê pisporan destnîşan kir ku civîn "gelekî girîng in, ji bo ku her du alî nêzî hev bibin" lê di heman demê de diyar kirin ku ji bo biserxistina vê gerê divê operasyonên leşkerî li Dîfa Xerbiye pêk neyên û Amerîka fişarê li serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu berdewam bike.

Her wiha rojnameyê ku agahiyên xwe ji hin berpirsên ku danûstandinan dişopînin wergirtiye anî ziman ku danûstandin ji nîqaşkirina xalên sereke derbasî hûrguliyan bûye.

Lê dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê hişyarî dan ku "wê ji Tolkeremê yê Dîfa Xerbiye alozî derkeve", dibe êriş an jî mîna 7`ê Cotmehê çêbûye ku tugayên filistînê yên li bakurê Dîfa Xerbiye bi hevkariya endamên hêzên ewlehiyê yên Filistînê re mêtingehan an jî mezrayên tekakesî yên bê parastin bikin hedef.

(şx)