Çekdarên hikumeta veguhêz careke din êrişî Şêxmeqsûdê kir

Çekdarên hikumeta veguhêz careke din êrişî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kir.

Çekdarên hikumeta veguhêz careke din êrişî Şêxmeqsûdê kir
6 ÇILE, 2026   15:09
HELEB

Komên hikumeta veguhêz carekee din bi obîsan bakurê taxa Şêxmeqsûdê topbaran kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb di daxuyaniya xwe ya beriya nêzî saetekê de ragihandibû ku tax 4 caran li pey hev bi dronan hatiye bombebarankirin, di encamê de şêniyek şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku wan di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva jêdera êrişan daye.

(b)

ANHA