Dêr Hafir û derdora bendava Tişrînê tên topbarankirin

Herêma Dêr Hafirê û derdora bendava Tişrînê bi çekên giran tên topbarankirin û bombebarankirin.

Dêr Hafir û derdora bendava Tişrînê tên topbarankirin
6 ÇILE, 2026   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Çekdarên El Emşat ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di van kêliyan de li herêma Dêr Hafirê ya kantona Tebqayê qadên sivîlan dikin armanc. Êriş bi hewan, çekên giran û dronên xwekuj têne kirin, di encamê de xetên ceyranê zirar dît. Di heman demê de heman kom girê Syraitel ê derdora bendava Tişrînê bi hewanan û çekên giran topbaran dike.

Hêzên me teqez dikin ku ji bo parastina gelê me û ewlehiya herêmê xwedî mafê rewa ne."

(b)