Li Kobanê merasîma xiyabî ji bo şehîd Pelşîn Baz

Li Kobanê mersîma xiyabî ji bo şehîd Pelşîn Baz hate lidarxistin û sersaxî ji malbata wê re hate xwestin.

6 ÇILE, 2026   15:12
KOBANÊ

Şêniyên kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinên jinan ji bo gerîlaya HPG`ê Pelşîn Baz (Leyla Ehmed) ku di Sibata 2025`an li Zapê şehîd bûbû, merasîma xiyabî li Taxa Şehîd Moro ya Kobanê li dar xist.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre hevseroka Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Almaz Romî sersaxî ji malbata şehîd Pelşîn Baz re xwest û diyar kir ku ew ê xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin.

Almaz Romî got şehîd Pelşîn Baz û Tolîn Pelşîn her du xwişkên şehîd in û wiha got: "Dema ku di nava malekê de 2 şehîd û 3 şehîd hebin, ew bi xwe cihê serbilindiyê ye. Em ê jî xwedî li têkokoşîn û berxwedana şehîdên xwe derkevin û şopdarên rêya wan bin."

Hevserokê Meclisa Bajarê Kobanê Gêlo Hisên da zanîn ku şehîdan ji bo parastina gel û welatê xwe berxwedanke her xurt li hember dijmin dan meşandin û got: "Em ê xwedî li berxwedana şehîdên xwe derkevin û rêya ku wan dabûn pêşiya xwe, em ê bişopînin û xewn û xeyalên wan ta azadiyê pêk bîn in."

Bavê şehîd Pelşîn Baz Elî Ehmed jî got ew bi şehadeta her du keçên xwe serbilind e û wiha pê de çû: "Divê em xwedî li mîrasa Şehîdên xwe derkevin û şopdarên rêya wan bin. Ez şehadeta keça xwe diyarî Rêber Apo û gelê xwe yên welatparêz dikin. Em ê tu carî xwîna Şehîdên xwe li erdê nehêlin û şopdarên doza wan bin.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiyê de girse derbasî bin konê sersaxiyê bû.

Xwişka şehîd Pelşîn Baz şehîd Tolîn Pelşîn (Emîne Ehmed) di 27`ê Cotmeha 2024`an de li bajarê Minbicê şehîd bûbû.

(sş)

ANHA