Careke din Qeys Seeyed bû serokê Tunisê

Li gorî encamên fermî yên destpêkê ku Komîteya Hilbijartinan a Bilind a Serbixwe vê êvarê ragihandiye Qeys Seeyed bi rêjeya ji sedî 90,69 ji dengan wergirt û cara duyemîn bû serokê Tunisê.

Careke din Qeys Seeyed bû serokê Tunisê
7 cotmeh, 2024   23:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Hilbijartinan a Tunisê ragihand ku Qeys Seeyed, piştî ji sedî 90,69 ji dengan wergirt, cara duyemîn bû serokê Tunisê.

2 milyon û 400 hezar kesî ji bo Seeyed, El Eyaşî 197 hezar deng, cîgirê berê Zuhêr El Mexzawî 52 hezar deng wergirtin. Rêjeya beşdaran ji sedî 28,8 bû.

(fr)