Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jin li dijî qetilkirinan daketin qadan

Jinên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî qetilkirina Îkbal Uzuner û Ayşegul Halîl daketin qadan û diyar kirin ku 6 mehan de 205 jin hatine qetilkirin û balkişandin ser polîtîkaya bêcezahiştinê.

Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jin li dijî qetilkirinan daketin qadan
7 cotmeh, 2024   23:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 4’ê cotmehê de li Stenbolê Îkbal Uzuner û Ayşegul Halîl ji aliyê Semîh Çelîk ve hatin qetilkirin. Jinan li dijî vê daketin qadan û li gelek bajaran çalakî pêk anîn.

Riha

 Li navçeya Haliliye ya Rihayê ji aliyê Platforma Jinan a Rihayê ve li qada Topçu daxuyanî hat dayîn. Pêkhateyên platformê û gelek jin tevli çalakiyê bûn.

Jinan pankarta ‘Peymana Stenbolê didin jiyîn û em dest ji jiyana xwe bernadin’ vekirin û dovîzên ‘Heta jin azad nebin civak azad nabin’, ‘em naxwazin bimrin’ hildan.

Li ser navê platformê endama Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) Mizgîn Kurtoglu axivî û diyar kir ku wê hesabê jinên hatine qetilkirin bipirsin.

Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.

Dîlok

Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê li Parka Balikli daxuyanî da. Li ser navê platformê Nazîfe Kulekçî daxuyanî xwend û balkişand ser du jinên li Stenbolê hatine qetilkirin. Nazîfeyê daxuyakirin ku di 6 mehên ewil yên salê de 205 jin hatine qetikirin û di meha îlonê de jî 34 jin hatine qetilkirin. Nazîfeyê her wiha anî ziman ku wê li kolanan bin û hesab bipirsin.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.

Wan

Li Wanê jî bi pêşengiya Platforma Jinan li ber Aydin Perîhan AVM’ê daxyanî hat dayîn. Li ser navê girseyê hevseroka Egîtîm Sen a Wanê Funda Demîr Bozkurt daxuyanî xwend. Fundayê balkişand ser qetilkirina jinan û daxuyakirin ku peşnûmeya lêkolînê ya ji bo mirina Narînê ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatiye redkirin û her wiha got fikarên wan yên ji bo Rojînê jî zêde dibin. Fundayê got: “Bûyerên tên jiyîn ne munferîtin.  Em berpirsan nas kirin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî êrîşên li ser jinan bidomînin.”