Çapkirina materyalên nûkirî yên Rêveberiya Xweser bi dawî bû

Saziya Minhacan a girêdayî Rêveberiya Xweser çapkirina hemû materyalên hatine nûkirin bi dawî kir. Materyalên nûkirî wê di sala perwerde û fêrkirinê ya 2026-2027`an de li dibistanan werin belavkirin.

22 tîrmeh, 2026   05:07
QAMIŞLO

Saziya Minhacan a girêdayî Rêveberiya Xweser di qonaxa dawîn a nûkirina materyalên dibistanan de çapkirina materyalên polên 9 û 12‘an bi dawî kir. Materyalên nûkirî, wê di sala perwerde û fêrkirinê ya 2026-2027`an de li dibistanan were belavkirin. Bi çapkirina pirtûkên polên 9 û 12‘an re sazî xebata nûkirina materyalan bi dawî kir.

Saziya Minhacan (Materyalan) a Rêveberiya Xweser di sala 2024`an de dest bi pêvajoya guhertina materyalên dibistanên seretayî, navîn û amadehî kiribû.

Di qonaxa yekemîn de materyalên polên 1, 4, 7 û 10`an hatibûn nûkirin û di sala xwendinê ya 2024-2025`an de dest bi bikaranîna wan hate kirin. Di qonaxa duyem de jî materyalên polên 2, 5, 8 û 11`an hatin nûkirin û sala xwendinê ya 2025-2026`an li dibistanan hatin belavkirin.

Di qonaxa sêyemîn de ku Tîrmeha 2025`an dest pê kiribû, materyalên polên 3, 6, 9 û 12`an hatin nûkirin. Bi vê yekê hemû marteryal hatin nûkirin û dê di sala xwendinê ya 2026-2027`an de li dibistanan bên belavkirin.

Materyalên hatine nûkirin ev in; zimanê Kurdî, zimanê Erebî, zimanê Ingilîzî, bîrkarî, fîzîk, kîmya, biyolojî, zanistên civakî, dîrok, erdîngarî, felsefe, wêjeya Kurdî, perwerde û werzîş, wênesazî, mûzîk, çand û exlaq, civaknasî û jineolojî (refa 12).

Li gorî peymana 29‘ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî de, nîqaşên li ser çêkirina pergaleke perwerdeyê ya yekbûyî dê dewam dikin û dê perwerde li gorî materyalên Rêveberiya Xweser di salên 2025-2026‘an û 2026-2027‘an dewam bike heya ku li ser pergaleke yekbûyî lihevkirin çêbibe.

(bb)

ANHA