Çapemeniya Erebî civîna li ser Sûriyeyê ya li Erebîstana Siûdî çawa nirxand?

Rojnameyên Eerbî barê civîna Riyadê ya li ser Sûriyê de nêrînên cuda nivîsîn. Li gorî rojnameyan di civînê de girseyeke mezin hebû lê bê planeke zelal. Her wiha diyar kirin ku Tirkiye û Qeter dê hewl bidin planên xwe li Sûriyeyê ferz bikin.

Çapemeniya Erebî civîna li ser Sûriyeyê ya li Erebîstana Siûdî çawa nirxand?
13 ÇILE, 2025   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di rojevên xwe yên îro de civîna Riyadê ya li ser Sûriyê û encamên wê nirxandin.

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê "Civîna Riyad: Ceza rê li ber pêşketinê digirin... paşeroja Sûriyê ji aliyê Sûriyê ve tê çêkirin" da.

Rojnameyê amaje bi wê yekê jî kir ku "Beşdarên civînê li ser piştgirîkirina pêvajoya derbasbûnê ya Sûriyeyê ku têde hêzên siyasî û civakî hebin, mafên hemû Sûryeyiyan diparêze, bi beşdariya hemû pêkhateyan, gotûbêj kirin. Her wiha çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêya diyalogê û pêşkêşkirina piştgirî û şîretan bi awayekî ku rêz li serxwebûn û serweriya welat bigire nîqaş çêbû. Beşdaran diyar kirin ku ew piştgirê biryara gelê Sûriyeyê ne û rêzê li iradeya wî digirin. "

Rojnameya El Ereb ku navenda wê li Londonê ye, manşêteke bi sernavê: “Kongreya Riyadê li ser Sûriyeyê... girseyeke mezin bê planeke zelal" weşand.

Rojnameyê bi bîr xist ku cara pêşî ye piştî rûxîna Esed, kongreyeke ji bo Sûriyeyê çêdibe û nûnerên Sûriyeyê lê amade ne .

Rojnameyê bal kişand ser pêşniyarên di civînê de jî hatine kirin û hate gotin, "tê gumankirin ku dê pêşniyarên Sûdiyê û Imaratê neyên pejirandin, ji ber plana Qater-Tirkiyê têne ferzkirin. "

Li gorî rojnameyê, pêywendiyeke nêzî ya Rêveberiya nû ya Sûriyeyê bi Qeterî û Tirkan re heye. Hate diyarkirin ku "Qeter û Tirk di salên borî de mezintirîn piştevanên komên opozîsyona îslamî bûn û niha hewl didin ku bi rengekî eşkere û zelal vê pêwendiyê xwert bikin, lewma behsa alîkariya aborî dikin. "

ˈJI BO SÛRIYÊ NE TEROR, NE PAŞGUHKIRINˈ

Rojnameya El Xelîcê jî der barê heman mijarê de nûçeyek bi sernavê “Ji bo Sûriyê... Ne teror, ne paşguhkirin” weşand. 

Li gorî rojnameyê "Bê guman şert û mercên dijwar ên aborî, siyasî û ewlekarî yên li Sûriyeyê bûne sedema dilgiraniya Ereban. Ereb hewl didin derdoreke  ewlekariyê ava bikin ku bihêle Sûriyeyê karibe vê pêvajoyê derbas bike. Ereb dixwazin sizayên li ser Sûriyeyê hatine ferzkirin ku avakirina dewletê asteng dikin û welatiyan dixe rewşek mirovî ya pir dijwar, bêne rakirin. "

(k)