QSDˈê dîmenên çalakiyên hewayî weşandin

Navenda Ragihandinê ya QSDˈê dîmenên çalakiyên hewayî yên li dijî baregehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker weşandin.

QSDˈê dîmenên çalakiyên hewayî weşandin
13 ÇILE, 2025   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina QSDˈê dîmenên çalakiyên hewayî yên li dijî baregehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li gundewarê rojhilatê bajarê Minbicê weşandin.

Çalakî ji aliyê Yekîneyên Şehîd Harûn ên girêdayî QSDˈê hatin kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundewarê rojhilat û başûrê Minbicê didomînin. Yekîneyên Şehîd Harûn bi çalakiyên xwe yên hewayî bersiva êrişan didin.

(bb)

ANHA