Koma nivîsê ya Komîsyona Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê sibê bicive

Koma nivîsê ya Komîsyona Meclisê sibê cara pêncemîn ji bo nivîsandina rapora dawiyê kom dibe.

Koma nivîsê ya Komîsyona Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê sibê bicive
3 sibat, 2026   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Tirkiyê Komîsyona Meclisê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû avakirin, demek dirêje bêdeng e. Komîsyona ku diviya heta niha raporên derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de amade bikira hêj pêvajoya nivîsandinê jî neqedandiye. Komîsyona bi boneya pêwistiyên pêvajoyê bi cih neaniye rastî rexweyên tund tê. Li gorî agahiyên hatin girtin koma nivîsê ya Komîsyonê dê sibê seat 14:00an de kom bibe û hewil bide rapora dawî binivîse.

Hate zanîn ku dê di civînê de çarçoveya rapora bê nivîsandin, bê nîqaşkirin. Tê payîn ku rapor heta nîviya sibatê bê temamkirin.