Çalakvaneke Sûriyeyî: Dûrxistina jinan aloziyan mezintir dikin

Çalakvana sivîl Rîm Herfûş diyar kir ku dûrxistina jinan ji navendên biryarê destkeftiyên wan dixe metirisyê û aloziyên civakî kûrtir dike. Rîm destnîşan kir ku piştevaniya jinên ciwan gaveke bingehîn ber bi avakirina civakeke adilane û ewle ve ye.

Çalakvaneke Sûriyeyî: Dûrxistina jinan aloziyan mezintir dikin
9 îlon, 2025   03:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvana sivîl a sûriyeyî Rîm Cemal Herfûş der barê rewşa Sûriyeyê, pirsgirêkên li pêşiya jinan û girîngiya beşdariya wan di avakirina Sûriyeya siberojê de ji ajansa me re axivî.

Rîm Herfûş got "Jinên Sûriyeyî li pêşberî astengiyan rû bi rû ne. Rê nayê dayîn ku cihê xwe di rêveberiyê de bigirin. Ev yek rewşê vedigerîna çargoşeya ewil." Rîm da zanîn ku sedema vê rewşê jî faktorên civakî, çandî, aborî yên ku kevinperest û zayendperst in.

Rîm di dewama axaftina xwe de bal kişand ser tunebûna piştgirî û nebûna avahiyek rêxistinî ku jin tê de stûna sereke bin, her wiha nebûna înisiyatîfên ji bo hêzdarkirina jinan û got, jinên Sûriyeyî ji bo pêşxistina jêhatiyên xwe û pêşxistina şiyanên xwe yên rêvebertiyê hewcedarî derfetên rasteqîn in. Her wiha diyar kir ku bêparhiştina jinan ji piştgirî û pişxistinê dê bibe astengiya herî mezin li pêşiya pêşketina civakê.

Rîm got "Bihêzkirina rola jinan bi rêya piştgirîkirina rêveberiya jinên ciwan û berfirehkirina beşdariya wan di rêveberiyê de gavên erênî yên pêşîn ne. Însiyatîfên karsazî û perwerdehiyê jî dê rola girîng a jinên Sûriyeyî di ronesansa civakî û siyasî de pêş bixe."

Rîm bal kişand ser rola girîng a jinên Sûriyeyî di alîkariya mirovî, hewldanên avakirina aştiyê, lênihêrîna tenduristiyê û qada perwerdeyê de, berpirsiyariya wan ên malbatî di şert û mercên herî dijwar de û di kampên koçberiyê de.

Rîm Herfûş destnîşan kir ku dûrxistina jinan ji qada Sûriyeyê tê wateya  jidestdayîna destkeftî û mafên wan û wiha domand "Jinên Sûriyeyî hebûna xwe di gelek qadên jiyanê de îspat kirine, weke avakerên aştiyê beşdar bûne û beşdarî dayîna biryarên siyasî bûne. Jin beşek girîng a tevgerê ne û di çarçoveya dewletek sivîl û demokratîk de ku bi qanûnê tê rêvebirin û bi azadiya raman, ol û baweriyê tê xuyan kirin, xwedî azadiya biryardanê ne. Ji ber vê yekê, pêdivî bi komxebatên ji bo bihêzkirina siyasî, qanûnî û aborî, semînerên zanistî yên mafên mirovan heye."

Rîm li ser çawaniya bidawîanîna êşên jinên Sûriyeyî diyar kir ku mîsogerkirina aramî, aştî, qanûn û pergala dewlet gavên pêşîn ên ber bi bidawîanîna êşan ve ne. Rîm hişyarî da ku berdewama şer û nebûna destekê dê êşên jinên Sûriyeyî yên ku hîna li jêrî xeta xizaniyê de kûrtir bike û got, bi tunebûna rola çalak a rêxistinên civaka sivîl dê metirsiya zêdebûna bûyerên revandin û destdirêjiya zayendî zêde bike.

Rîm Herfûş îşaret pê kir ku mêr jî di pêvajoya guherînê de şirîkek xwezayî ye û got, divê dengê jinan were bihîstin û nêrînên wan di pêvajoya siyasî û biryarên çarenûsî de werin parastin.

Rîm bi domdarî got: "Jinan karên zehmet wekî avahîsazî, çandinî û boyaxkirin kirin. Bi saya rêxistinbûna xwe û jêhatîbûna xwe jî di nava derfetên kêm de bi dilsozî kar kirin, ev jî hizûra wan di rêveberiyê de bi hêz dike û dihêlin ku bibin pêşeng."

Çalakvana sivîl Dr. Rîm Cemal Herfûş di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: " Di dema aloziyan de jinên xwebexş û çalakvanên mirovî  hêmanên bingehîn in ku bandorê li civakê dikin. Hebûna wan hêz, bawerî û berxwedanek mezintir dide wan."

(bb)

ANHA