Desthilatdariya Şamê 20 kesên ji Siwêdayê binçav kirin

20 kesên ji bajarê Siwêdayê, ku beşdarî kongireya “Temasuk” bibûn, piştî ku duh Şemiyê ji hêla desthilata Şamêve li Humsê hatin girtin, hîna girtî ne.

Desthilatdariya Şamê 20 kesên ji Siwêdayê binçav kirin
6 nîsan, 2025   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh şemiyê hêzên desthilata Şamê 20 kesên ji bajarê Siwêdayê girtin, kesên hatine girtin hîna li ba desthilata şamê di bin çavan de ne.

Li gorî Çavdêriya Sûriyeyî bo Mafên Mirov (SOHR), "girtî" beşdarî Kongreya "Temasuk" bûn ku di 22ê Adara borî de li paytext Şamê hat lidarxistin. SOHR`ê diyar kir ku dema ew kes ji bo beşdarî çalakiyekê bibin diçûn hatin girtin, û ew birin yek ji şaxên hêzên ewlehiyê, bêyî ku tawana wa diyar dikin, rewşa wan jî hîna ne diyar e. "

Di 22`ê Adarê de li Şamê bi beşdariya komek partiyên siyasî û saziyên sivîl, di nav wan de Meclisa Sûriyeya Demokratîk, civîneke çapemeniyê hat lidarxistin, di civînê de avakirina "Hevpeymaniya Hevwelatiyên Sûriyeyê yên Wekhev" ku xwe bi navê "Temasuk" da nasîn, hat ragihandin.